“Divê demildest îşkenceya li dijî Aysel Tugluk bi dawî bibe”

Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin û siyasermedaran beriya Doza Kobanê bang li raya giştî ya demokratîk kir ku ji dengê Aysel Tugluk re bibin deng.

Navenda Nûçeyan – Doza Kobanê ku bi hincet nîşanda ji ber çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrîşên li ser  Kobanê hatin lidarxistin, di nav wan de hevserokên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî di nav de 108 kes tên darizandin, berdewam dike.

Beriya danişînê, jinan derbarê rewşa Aysel Tugluk a nexweşa demans, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan. Ji daxuyaniyê re  Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin Prof. Dr. Yasemîn Ozgun, Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Enqereyê Senem Denîz, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Endama Lijneya Şêwrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şebnem Oguz, û gelek siyasetmedar û parêzer tevlî bûn.

Endama Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin Prof. Dr. Yasemîn Ozguna daxuyaniya hevpar xwend, got ku ji ber nexweşiya demansê, mimkin nîne ku Aysel Tugluk bikare li girtîgehê bimîne.

“Tevî nexweşiya xwe hêj girtiye”

Di daxuyaniya ku hate gotin “Mixabin êdî Aysel Tugluk beriya ku alîkariyê bigire ne di wê rewşê de ye ku bikare sexbêra xwe ya rojane bike û pêdiviyên xwe bi cih bîne”, wiha hat gotin: “Jixwe çendek meh berê Şaxa Zanistên Sereke ya Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê da zanîn ku Aysel Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne. Lê belê di çarçoveya raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) de rewşa wê ya girtî hêj didome.

“Mafê wê ya parastine ji destên wê tê girtin”

Di daxuyaniya ku hate bi bîr xist şi gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî divê girtiyên nexweş ji bo tedawiyeke baş werin berdan, wiha hat gotin: “ Mafê jiyanê yê Aysel Tugluk û girtiyên nexweş tê binpêkirin Jiyaneke bitendurist mafê bingehîn ê her kesekî ye. Divê Tugluk di çarçoveya vî mafî de were berdan. Rewşa wê roj bi roj girantir dibe. Mafê wê yê parastinê ku divê piştî tedawiyê were kirin, tê binpêkirin. Di rewşeke wiha de dadgeh Tugluk dide zorê ku parastina xwe bike.”

Banga li raya giştî 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev helwesta dadgehê, tê wateya binpêkirina mafê parastinê. Heta ku Tugluk neyê tedawîkirin û parastina xwe piştî tedawiyê neke, ev biryar tê wateya xespkirina mafê parastinê. Ev helwesta zextker ku mafê tedawiyê yê Aysel Tugluk binpê dike, êdî veguheriye îşkenceyê. Divê ev îşkenceya li dijî Aysel Tugluk di zûtirin demê de bi dawî bibe. Banga me ji bo raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê ew e ku xwedî li Aysel Tugluk derkevin û dengê xwe bêhtir derxînin.”