Fehîme ya 17 salî ya ji ber topbarana dewleta tirk birîndar bûbû, jiyana xwe jidest da

Fehîme Fewzî Reşo ya 17 salî ku di encama topbarana dewleta tirk a dagirker ya li ser gûnden Şehbayê de birîndar bûbû, îro li nexweşxaneya Helebê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 26`ê Tîrmehê ji baregehên xwe yên li bajarê Ezazê gundên li kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de, 6 jinên li ser zeviyan dixebitîn, birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Til Rifetê, piştre jî birin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê. Ciwana bi navê Fehîme Fewzî Reşo (17) ku ji navçeya Cindirêsê ye, piştî lingê wê hate jêkirin, ew rakirin nexweşxaneyeke Helebê.

Hat ragihandin ku Fehîme Fewzî Reşo ya ku di topbarana dagirkeriya Tirk li derdorê navçeya Til Rifetê de birîndar bûbû, jiyana xwe jidest daye.