Îsrailê êrîşê Lubnanê kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Îsrailê di êrîşa li dijî qezeyek ya li başûrê Lubnanê pêkanî de 4 jê ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrişên hewayî yên Îsrailê li dijî başûrê Lubnanê berdewam dike. Li gor nûçeya di ajansa fermî ya NNA de cih girtî; Artêşa Îsrail li taxek ya li qezaya Hirbet es-Slim ku li herêma sînor cih digre bi fuze êrişî malekê kir.

Di êrişê de 4 jê ji heman malbatê, bav, hevjîna dû canî, 2 zarok û kesek din jiyana xwe ji dest dan. 9 kesên ku di êrişê de birindar bûne  ji bo tedawiyê sewqî nexweşxaneyên nêz kirin. Mala ku Îsrailê kir hedef bi temamî hilweşiya û gelek malên derdor jî ziyan dîtine.

Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsrailê li başûrê Lubnanê ji 8’ê Cotmeha 2023’an heta niha jiyana xwe ji dest dane bû 51 kes.