“Divê bê vegotin bê ka çima li Şirnexê bi destê dewletê ev dar tên birîn”

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji wezîrê karên hundir Suleyman Soylu pirsiya bê ka darên li herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên li Şirnexê pirsgirêkeke ewlekariyê ya çawa çê dike.

Navenda Nûçeyan - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bibersivîne, têkildarî talankirina darên li Şirnexê pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku darên li herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên Şirnexê bi mehane di bin çavdêriya leşkeran de ji hêla cerdevanan ve tên birîn û wiha dom kir: “Esnafên Sûka Kerestevanan a Rihayê ku darên li Şirnexê bi hinceta ‘ewlekariyê’ tên birîn ji bo ‘sotinê’ dikirin, diyar kirin ku 600 tonên daran ji wan re hatine. Her wiha tê gotin ku heta destûra dewletê nebe kesek nikare van daran bibire û bifiroşe. Ji bo vemirandina agirê bi daristanên li rojavayê welêt ketiye hewldaneke pir mezin tê kirin. Divê bê vegotin bê ka çima li Şirnexê bi destê dewletê ev dar tên birîn.” 

Bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Süleyman Soylu bibersivîne Surucu ev pirs kirin:

“*Darên li herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên Şirnexê tên birîn pirsgirêkeke ewlekariyê ya çawa çê dike? 

*Dahata ji darên li Şirnexê tên birîn çawa tê parvekirin? 

*Heta niha çend tonên daran ji Sûka Kerestevanan a Rihayê re hatine firotin? 

*Gelo hûn dê dawiyê li vê talankirina daran bînin an na?”