7 kes ji ber destdirêjiyê hatin girtin û li Kerkûkê jinek hat kuştin

Tewanên li dijî jinan gihîştine asteke hovane û her roj li cihê cuda diqewimin. Li bajarê Silêmaniyê 7 mêrên ku destdirêjî li jinek ciwan kirin hatin girtin û li Kerkûk jî jinek hat kuştin.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî li komelgeya Simaîl a taxa Şiwan a bajarê Kerkûkê sê kesan bi ser malekê de girtin û di encamê de jina malê hat kuştin. Li gorî agiyan polîsan, êrîşkar piştî bûyerê reviyane cihek nediyar.

Li gorî agahiyan jinek bi temenê 24 salî dest û lingên wê hatine girêdan û dûre hatiye kuştin.

Şeva borî polîsên Silêmaniyê ragihandin ku heft kes ji ber destdirêjî li jinek ciwan kirine hatiye girtin. Ev bûyer jî piştî ku dema hemwelatiyek diçe rêveberiya polîsan a bajarê Silêmaniyê gilî dike derket holê.

Piştî lêkolînê diyar bû ku piştî belavbûna vîdeoya li li tîktokê jina ciwan winda bûye. Der barê mijarê de du tometbarên ku video belav kirine  hatin girtin. Piştî wê di demek kurt de jina ku winda bûbû, hat ditîn û derket holê ku ji aliyê 5 tometbaran ve hatibû revandin û li malekê girtibûn û destdirêjiya zayendî lê hatibû kirin.

7 kesên ku destdirêjî kirine hatin girtin

Polîsên Silêmaniyê nasnameya tometbarên ku girtine aşkera kir û navê wan tometbaran wiha ne; B.X.N di sala 2005’an de ji dayik bûye, M.R di sala 2002’an de ji dayik bûye, M.M di sala 1999’an de ji dayik bûye, G.M.M di sala 1988’an de ji dayik bûye, B.B.H di sala 1995’an de ji dayik bûye. Ç.E.H di sala 1993’an de ji dayik bûye, R.S.S. di sala 1989’an de ji dayik bûye.

Daneyên kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan her ku diçe zêde dibin, daneyên fermî nayên belavkirin, lê belê li gorî daneyên ajansa me, îsal zêdetirî 75 bûyerên tundîtûjî, kuştin û neçarhiştina xwekuştina jinan hatine tomarkirin.