'Di têkoşîna li dijî tundiyê de tercubeyên li welatên din girîng in'

Parêzvanên mafên jinan ên li Morîtanyayê, balkişandin li ser asta tundiya li dijî jinê û diyar kirin tecrubeyên welatên cuda yên pêşîgirtina tundiyê girîng in.

ZOUHOUR MECHERGUI

Morîtanya- Parêzvanên mafên jinan ên li Morîtanyayê, balkişandin li ser asta tundiya li dijî jinan. Aktîvîstan, destnîşan kirin ku kêmbûna ragihandinê ya di têkoşîna femînîst a li welat de, parvekirina tercubeyên jinan ên têkoşîna li dijî tundiyê jî asteng dike.

'Zanebûna tecrubeyên jinan girîng e’

Ji Komeleya Mafên Mirovan a Morîtanyayê Rama Ba, diyar kir kêmbûna koordînasyona jinan a di rêxistinên sivîl de, fêrbûna tercubeyên Afrîka û Ereb jî neyînî bandor dike. Rama Ba, diyar kir di parêzvaniya jinan û mafên mirovan de zanebûna tecrubeyên jinên li welatên cuda girîng e.

Rama Ba ya anî ziman divê bê zanîn 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tê çi wateyê, balkişand li ser pêvajoya dîrokî û wiha got: "8'ê Adarê rojeke ku jinên ji bo mafên xwe digerin hatin şewitandin e." Rama Ba, da zanîn têkoşîna jinên kedkar û karkerên li Nouakchott a Morîtanyayê, ji aliyê çapemeniya xwecihî ve nayê dîtin û wiha axivî: "8'ê Adarê li aliyekî vê roja berxwedanê û ji aliyekî vê jî roja vegotina astengî, cudakarî, neheqî û daxwazan e. Lewma çapemeniya xwecihî ji bo bicîhanîna edaletê neçare ku daxwazên kedkaran ji cîhanê re biragihîne.”

'Qetlîamên jinan gihişt astek tirsnak’

Parêzvana mafên mirovan Nafisa Saw jî, anî ziman divê têkoşîna li dijî tundiya li dijî jin û zarokên keç her roj bê dayîn. Nafisa Saw, diyar kir tundiya li dijî jinan berdewam dike û got qetlîamên jinan gihişt astek tirsnak. Nafisa Saw, da zanîn zewacên temen biçûk û dare zorê û tundiya di nava malbatê de heta niha bi awayekî pir zêde tê dîtin û diyar kir ji bo zarokên keç û jinan der barê mafên wan ên medenî de xebatên hişyarkirinê bên meşandin.

Nafisa Saw, diyar kir divê zagonên pêşîgirtina tundiyê jî bên derxistin û bang li jinan kir divê benden tirsê derbas bikin û di nava male û qadên giştî de daxwaza mafên xwe bikin û ji bo pêşerojek hîn zêdetir baştir dengê xwe bilind bikin.