Di şewata li Stenbolê de hejmara miriyan bû 15

Li navçeya Beşîktaşa Stenbolê di şewata ku di dema nûjenkirina jêrzemîna avahiyekê de derket hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 15.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên di şewata ku di dema temîrkirina kluba şevê ya ku li qata 1 û 2’emîn a avahiya 16 qatî ya li ser Cadeya Gayrettepe Yıldız Posta Caddesi Gündoğdu ya navçeya Beşîktaşê dixebitîn de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya dawî ya fermî; Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan derket 15’an. 7 jê giran 8 kes birîndar bûn. Waliyê Stenbolê Davut Gul jî got: "Sedema şewatê nayê zanîn. Yên jiyana xwe ji dest dane yên ji bo tadîlatê dixebitin in.” Der barê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.