Di şewata li nexweşxaneyeke Pakistanê de 14 pitik mirin

Li nexweşxaneyeke bajarê Îslamabadê ji ber teqîna klîmayê şewat derket. Di encama şewatê de herî kêm 14 pitikên di yekîneya lênêrîna giran de mirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên destpêkê, di şewata ku îro li beşa jidayikbûn û zarokan a Nexweşxaneya PIMS’ê ya li Îslamabadê derket de 14 pitik mirine.

Li gorî agahiyên ku îro ji aliyê medyaya herêmî ve hatine ragihandin, şewat ji ber têkçûna pergala klîmayê li Nexweşxaneya PIMS’ê ya li Îslamabada paytexta Pakistanê derketiye. Di encamê de herî kêm 14 pitikan jiyana xwe ji dest dan.

Hat piştrastkirin ku agir li qata sêyemîn di beşa jidayikbûn û zarokan a Enstîtuya Zanistên Bijîşkî ya Pakistanê (PIMS) de derketiye. Tê texmînkirin ku agir ji ber teqîna kompresorê yekîneya klîmayê ya di beşa lênêrîna giran a pitikên nû jidayîkbûyî (neonatal) de dest pê kiriye. Tîmên rizgarkirinê diyar kirin ku agir bi tevahî hatiye vemirandin û tîm li cihê bûyerê operasyonên sarkirinê didomînin da ku rê li ber derketina agir bigrin.