Di serhildanên Îranê de xwendekaran ji baxçeyên dibistanan bang kirin

Tevî hemû gef û êrîşan jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berxwedan didome. Li welat çalakiyên xwendekaran mora xwe li şeva borî da.

Navenda Nûçeyan- Çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, bênavber berdewam dikin. Xwendekarên zanîngehê û dibistanên amadeyî yên li welat duh bi şev li baxçeyên dibistanan çalakî li dar xistin. Ji baxçeyên dibistanan dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind bû.

Li dijî çalakiyan li gelek bajaran leşker daketin qadan. Hêzên rejîmê bi girtin, binçavkirin û birîna xetên înternetê dixwazin berxwedana gel bitepisînin. Tevî hemû mudaxele û êrîşên li kolanan jî çalakiyên gel şeva borî bi taybetî li zanîngehên Tahran, Meşhed, Esfehan, Tarwêz û Şîrazê çalakiyên xwendekaran hebû. Li hin dibistanên amedeyî û navîn jî xwendekaran qetilkirina Jîna Mehsa Emînî şermezar kirin. Ji baxçeyên dibistana amadeyî dengê 'Jin, jiyan, azadî' bilind bû. Xwendekaran li ser dîwarên dibistanê 'Jin, jiyan, azadî' nivîsandin û li dijî Komara Îslamî ya Îranê dirûşm berz kirin. Xwendekarên jin ên ciwan porê xwe vekirin, hîcabên xwe hejandin û daxwazên xwe anîn ziman.