Di salvegera 8'emîn a fermana Şengalê de pêşengeha wêneyan hat vekirin

Bi hatina salvegera 8'emîn a fermana Şengalê Yekitiya Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê pêşengeha wêneyan vekir. Pêşengeh li hola navçeya Ehdasa kantona Şehabyê bi xemilandina hole, bi wêneyên fermana Şengalê hat lidarxistin.

Şehba- Pêşangeha wêneyan a bi wesîleya salvegera êrîşa li dijî Şengalê a di 3 Tebaxa 2014’an de pêk hat; bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê find hatin pêxistin û lavayên olî ji aliyê Şêx Zehir El Dîn ve hatin xwendin. Piştre axaftin li ser navê Yekitiya Êzidiyan Ayşe Sîdo û li ser navê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Suad Hiso axivîn her duyan jî bal kişandin ser fermanê û gotin: "Em salvegera heştemîn a komkujiya Şengalê bi tundî şermezar dikin. Bi hezaran sivîl ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin. Em ê tola wan şehîdan hildin û bi bîr bînin. Xwestin civaka Êzidî bi vê fermanê tune bikin lê daxwaza wan pêk nehat û dijberî wê Êzidî bi hêz bûn ji bo tolhildanê.”

Di dawiyê de daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Orîvan Menan ve bi zimanê Kurdi hat xwendin. Di daxuyaniyê de Orîvan wiha got: "Di dîrokê de Kurd bi giştî û bi taybetî Kurdên Êzidî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê û hêzên terorî yên zalim ve rastî ferman û qirkirinê hatine, encam jî ev e ku Kurdên Êzidî bi fermanan bê naskirin û qirkirina dawî ya Êzidiyên Şengalê ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve bû ev yek ji bîrdoziyeke tekfîriyê ji aliyê dewletên terorîst ve hatiye afirandin, di ser de jî dewleta tirk a dagirker ku ji neviyên Împratoriya Osmanî ye, 400 sal e herêm dagir kiriye û bûye sedema fermanan li dijî kêmaran û gelên herêmê û her wiha qirkirina Ermeniyan di sala 1915'an de. Piştî heşt salan ji fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de û hê bi dawî nebûye li dijî Êzîdiyên ji Şengalê heta Serêkaniyê û Efrînê berdewam dike. Ji ber vê yekê em wek yekitiya Êzidiyên Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava di vê salvegera bi êş de daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku li hember binpêkirinên dewleta tirk a dagirker bisekinin û daxwaz ji hemû gelan dikin ku bi yekitiya xwe li pêşî li van fermanan bigrin.