Nobeta edaletê di roja 513'emîn de ye: Yekane daxwaza me edalet e

Malbata Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê di roja 513’an de didomîne, got ku yekane daxwaza wan edalet e.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 513’emîn de didome. Ji ber ku dayik û kurê wê bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye hevdîtina bi telefonê kirin, seatêk dereng hatin cihê nobetê. Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Serdar Tum piştgirî da malbatê. 

Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “Qanûn ji wekîlên xwe re raye nade ku li Nexweşxaneya Dewletê qetlîam bike. Dizîna qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê ne mimkûn e, di arşîvên dewletê de ne. YEKANE DAXWAZA ME EDALET E!”.