Di roja 7’an a çalkiya nobetê de: Gulistan Doku li ku ye?

Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku li ber Edliyeya Dêrsimê dayî destpêkirin, di roja 7’an de didome.

 
Dêrsim - Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’an de hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Gulistan Doku ketiye pey şopa keça xwe û heta niha çalakiyên cûrbicûr li dar xistiye. Herî dawî malbatê li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û ev çalakî di roja 7’an de berdewam dike.
Malbat di saetên nîvro de hat ber edliyê û çalakiya îro pêk anî. Dayika Gulistanê, Bedriye Doku banga dîtina keça xwe kir û got: “Gulistana min li ku ye, ez edaletê dixwazim.” 
Platforma Jinan a Dêrsimê û Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Dêrsimê serdana malbatê kirin û piştevanî dan malbatê.