Di roja 441’emîn de ji bo malbata Şenyaşar Xelata Aşîtî û Demokrasiyê
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 441’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar a bi daxwaza ‘edaletê’ 441 roj in nobeta edaletê digre hêjayî ‘Xelata Mafê Mirovan a Aşîtî û Demokrasiyê hat dîtin.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kûrê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi giran birîndar bûbû di roja 441’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar a çalakiya xwe ya îro li Stenbolê berdewam kir. Her wiha Odeya Tabîban a Stenbolê dê ‘Xelata Mafê Mirovan a Aşitî û Demokrasiyê’ bide malbata Şenyaşar.
Malbat wê îro nobeda xwe li Stenbolê berdewam bike. Malbat dê du rojan li Stenbolê be û daxwaza edaletê bike. Malbat dê êvarê beşdarî merasîma xelatdayînê ya Odeya Tabîban a Stenbolê bibe. Odeya Tabîban îsal biryar girt ku “Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê ya Dr. Sevînç Ozguner” bide Malbata Şenyaşar. Malbat ê êvarê di vê merasîmê de amade bû û xelat diyarî wan bê kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Em ê îro ji bo Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê bin. Heta ku edalet bi cih were em êli her deverê Tirkiyeyê bêjin ji bo malbata Şenyaşar edalet, #Şenyaşaailesiadalet, ji bo her kesî edalet.”