Wênexêza Fransî Miss. Tic ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da
Wênexêza navdar a Fransî Miss. Tic ku bi hunera xêzkirina li ser dîwarên Parîsê dihat naskirin di 66 saliya xwe de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan - Malbata wênexêza Fransî Radiya Nofat, ku bi navê Miss. Tic tê nasîn, got ku keça wan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, bêyî ku hûrguliyan eşkere bike. Bavê wê koçberekî Tûnisî ye û diya wê fransî ye. Navê xwe ji Radiya Nofat guhert û kir Miss. Tic. Herî zêde wêneyê jinan xêz dikir. Her weha li ser dîwaran sloganên azadîxwaz dinîvisand.