“Di pêvajoya dawî de ji Şehba heta Til Temir û Zirganê êrîş zêde bûne”

Endama Rêveberiya Kongreya Star Madlên El-Ibêd da zanîn ku ji Şehba heya Til Temir û Zirganê dewleta Tirk asta êrîş û kiryarên nemirovî li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Dewleta tirk a dagirker di van çend roj ên dawî de, asta êrîş û kiryarên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Şehbayê heya Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kiriye. Her wiha bi hedefgirtina sivîlan, qetilkirina jin û zarokan hemû zagonên navdewletî yê girêdayî rewşa şeran, bin pê dike. Di heman wextê de jî ev yek rastî bêdengiya hêzên hegemon û yên berpirsiyarê hevpeymanan wekî Rûsiya û Emerîka, tê. Da ku em hîn bêtir sedemên ewqase êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê nas bikin, me hevdîtin bi Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê Madlên El-Ibêd re çêkir. 
“Armanc girtina rêya M4”
Madlên wiha êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve bibîr anî û wiha got: "Di van roj ên dawî de, di asteke pir bilind de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, li dijî sivîlan û saziyên civaka sivîl zêde bûye. Taybet ev topbaran li ser navçeya Til Temirê û gundewarên wê wekî Dirdara, Til Hefyan, Til Şinan ê Aşûrî, Tewîla a ku li ser rêya M4 dikeve her wiha gundê Qibûr Xeracina, zêde bû. Yek ji sedemên ku navçeya Til Temir û Eyn Îsa yê dikin hedefa xwe jî ew e ku dewleta tirk dixwazin rêya M4 bixin bin kontrola xwe de. Da ku bikaribe di demê pêş de di hevpeymanên ku tên îmzekirin ango tîfaqên ku çêdibin de wekî kaxeza zextê bikar bîne û hîn zêdetir ji axa Sûriyê dagir bike."
"Jin û zarok tên qetilkirin, meclisên sivîl hatin xirakirin"
Madlên da xuya kirin ku dewleta tirk zagonên navdewletî bin pê dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta Tirk û li ber çavê hemû cîhan û hêzên qaşo garantor in li herêmê (Rûsiya-Emerîka) sivîlan taybet jin û zarokan qetil dike. Ne ku noqteyên leşkerî, mal û milkên sivîlan topbaran dikin, dirûxînin. Li gel vê yekê jî sazî û meclisên sivîl, yên ku xizmeta gundan dike dikin hedefa topên xwe, mînaka wê jî Meclisa Qibûr Xeracina û Meclisa navçeya Zirganê, Şaredarî û gelek saziyên din. Komkujiya Eyn Îsa û Zirganê ku di encama wê de 15 birîndar û gelek jin û zarok hatin qetilkirin, şahidiya hovetiya dagirkeran dike. Her wiha duh jî Nexweşxaneya Sikêniyê a Şengalê jî hate topbaran kirin û ev jî dikeve rêzesûcên dewleta tirk. Dewleta tirk û çeteyên wê, bi vê yekê zagonên navdewletî bin pê dike û ev bêdengî jî bi tirs e."
"Pêdiviya pergala 60 salin li Sûriyê dewam dike bi guhertinê heye"
Madlên Bal kişand ser daxuyaniya ku Serokê Sûriyê Beşar El-Esed beriya çend rojan dabû de û ev yek anî ziman: " Projeya Netewa Demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêkanîn û projeya Rêveberiya Xweser, ji tevahî Sûrî û Rojhilata Navîn re,  çareseriya hemû kirîzan e. Ji lewra em matmayî nabin dema ku îro Serokê Sûriyê Beşar El-Esed derdikeve ser ekranan û behsa rewşa Sûriyê dike, ku nikare vegere beriya 2011'an her wiha behsa nenavdbûna Sûriyê jî bike. Ji xwe ji îro û şonde Sûriyê venagere ew sîstema ku 60 sal in li ser dimeşe û dewam dike. Divê ku pêkanîn hebe û Sûriyeke nenavendî ava bibe, da ku hemû netew bikaribin bi rengekî demokrat bi rol û misyon, di destûr û dezgehan de cih bigrin."
“Ji Şehba heya Til Temir û Zirganê êrîş zêde bûne”
Madlên di axaftina xwe de sedemên ku îro dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye bibîr xist û wiha got: "Ji gurbûna dagirkeran li ser herêmê û êrîşên wan ev sedem tê xuya kirin ew jî yek, Serdana Şandeyek ji Rêveberiya Xweser ji Ferensa re, vekirina Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Siwîsrayê her wiha îtîrafkirina rêveberiya emerîkî bi kiryarên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên di bin dagirkeriyê de. Her wiha xistina fesîlê Ehrar El-Şerqiyê ê girêdayî dewleta tirk ku sekerterê giştî a Partiya Sûriyê a Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd kirin, ji aliyê Emerîkayê ve di lîsteya terorê de. Ev yek ji sedemên herî ber bi çav in ku hişitn, dewleta tirk wekî gurê har dev biavêje her deverê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi van êrîşan re jî dixwazin zextekê li Rêveberiya Xweser bikin."
Madlên bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Sûriyê nabe û venagere sala 2011'an, ji ber wê û di vê rewşa giran û çarenûsî de, divê ku Hikûmeta Sûriyê îtîrafekî fermî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike. Ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji Sûriyê ye û nayê parçekirin û em vê yekê naxwazin û nakin jî. Ji lewra îtîrafa bi Rêveberiya Xweser hêza çareseriya hemû kirîzên li Sûriyê ye."