11 jinên Tûnisî piştî 400 km meş gihan paytextê

11 jinên Tûnisi yên 14’ê Tebaxê ji bo ku balê bikişînin ser mafê xwe û dengê xwe bidin bihîstin ji Gafsayê ber bi paytexta welat ve ketinbûn rê îro piştî 400 km meş gihan paytextê. Lê serokomarê welat hevdîtina bi jinan re û guhdarkirina daxwazên wan nepejirand.

ZİHÛR EL- MEŞRİQÎ
Tûnis – 11 jinên Tûnisi yên 14’ê Tebaxê ji bo ku rewşa xwe ji Serokê Tûnisê Kais Saed re vebêjin û dengê xwe bigihînin peyîwendîdaran ji herêma "Um El-Areyes" a parêzgeha Gafsayê ya Başûrê Rojavayê Tûnisê ber bi qesra Kartacayê ya li paytext Tûnisê ve ketin rê piştî 400 km yan meş îro gihan paytextê. Hemdî Selmî yên bi karê jinan re mijuldibe da zanîn ku Serokê Tûnisê hevdîtina bi jinan re nepejirandiye û polîsan ew dorpêç kirine.
“Jin ji bo hevdîtinê bi israrin”
Di heman demêde Hemdî Selmî piştrast kir ku serokomar yek ji karbidestan wezîfedar kir ku bi jinan re biaxive û li daxwazên wan guhdar bike, lê jinan ev pêşnîyar nepejirandine û di hevdîtina bi serok re bi israrin û wiha domand: "Jinên 400 km meşiyane, tenê daxwazek wan heye serokomar bibînin û daxwazên xwe jêre bêjin. Ew weke nûnerên bi hezaran jinên Tûnisê yên di heman tengaviyê de hatine û li ser wî bingehî dixwazin hevdîtinê bikin.”
“Em bi vê nêzîkatiya serokomar şaşwazbûn”
Jinên ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku ew ê venegerin parêzgeha Qafsa heya ku di derbarê çarenûsa xwe û zarokên xwe yên bêkar de hevdîtinê nekin. Her wiha jinan destnîşan kirin ku wan ji ber redkirina hevdîtinê şoq derbas kirine, ji ber di kampanya hilbijartinê de serok xwe weke “Kurê Gel” pênase kiribû.
Rewşa jinên Tûnisê bi taybet yên ku li gunda dijîn wekî lawaz tê binav kirin. Ji ber ku ew di civakê de rolek çalak di warê çandinî û abûriyê de dilîzin. Jin di rewşa abûrî a dijwar û bêparbûna ji edaleta civakî û malbatî de ji erk û mafê xwe bê par dimînin.
Jinên ku li gundan dijîn di şert û mercên zehmet û dijwar de dixebitin, û qeyrana tenduristiyê rewşa wan xirabtir kiriye. Ji aliyê deshilatiyê ve tên îstismarkirin. Ji sala 2011'an û vir ve ew li benda rizgariyê ne. Hikumetên ku li pey hev tên tenê di dema kampanyayên hilbijartinê de soz dane û bernameyên karê xwe bi şêweyek nivîskî nîşan dane û paşê jî daxwazên wan paşguh kirine.