Di panela sêyemîn a Foruma Şoreşa Jin de bandora şoreşê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî di roja dûyemîn de bi panela sêyemîn berdewam dike. Di panela sêyemîn de li ser bandora şoreşê hat nîqaşkirin.

Qamişlo - Foruma şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye li bajarê Qamişlo tê lidarxistin bi panêla sêyemîn didome. Di panêla Sêyemîn de jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriye heta Rojhilata Navîn bandora şoreşê ya li ser meşa azadiya jinan hate nirxandin. Di vê panêlê de jinên pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye rol, misyon, rewş û guherînên bi şoreşa jinê ava kir hat nîqaşkirin.

 “Jina Sûriyan bi deng û rihê xwe beşdarî şoreşê bû”

Endama Yekîtiya Jinên Sûriyan Îlham Metlî rol û misyona jina Sûriyan di şoreşa jin de anî ziman û wiha got: “Jina Sûriyan dikaribin di nav refê şoreşê de di demeke kin de xwe birêxistin bike û vîna xwe ya xurt bide der. Em weke netewa jin pirsgirêkên me hemûyan hevbeş in. Jina Sûriyan dikaribu bi sekna xwe ew reng û rihê xwe bide vê şoreşê û di hemû qadên şoreşê de têkoşîneke mezin bide meşandin. Şoreşa me bi axaftinekê nayê pênasekirin, lê belê em dikarin bi têkoşîna xwe ya xurt wê bidin nasîn.”   

“Şoreşa me wê qedera dîroka me biguherîne”

Rêvebera Kombûna Jinên Zenûbiya Nesrîn El Hesen behsa rewşa jinên Ereb a beriya şoreşa jin û piştî şoreşa jin kir û wiha got: “Rojhilata Navîn şaristaniya mirovahiyê ye û herêmeke stratejîk e di aliyê aborî û çandî de. Jina ereb ji berê de rola xwe di civakê de lîstiye û bûye herikîna guhertinên esasî yên di jiyanê de. Lê bi demê re ev pêşentiya jinê nedomand ji ber yekemîn car koletî li ser jinan hat ferzkirin di Rojhilata Navîn de. Lewra jina ereb ji rola xwe ya civakî dur ket û bû qurbaniya gelek kevneşopiyên civakî. Bi hatina bihara gelan re jina Ereb jî serî hilda lê tu rola pêşengtiyê nedikir heya pejirîna şoreşa jinê. Jina ereb li pêşberî kevneşopiyên civakî sekinî û civaka xwe ji vê hişmendiyê heya radeyekê azad kir. şoreşa me wê qedera dîroka me biguherîne û ev jî bi saya jinan bû ku parastinê kirin. Her wiha wê Girîngiya şoreşa me bi yekîtiya me diyar dibe. Ji bo avakirina civakeke exlaqî em ê di nava têkoşînê de bin.”

“Jina kurd rê li ber hemû jinên ji civakên cûda vekir”

Endama Kongra Netewî ya Kurdistanê Ebîr Hesaf li ser dîroka pêşengtiya jina kurd dest bi mijara nîqaşa xwe kir û ev tişt got: “Jina kurd dikaribû ji dîrokê de rê li ber jinên hemû civakan veke. Di civaka Kurd de jin dikaribûn artşekê avabike û mînakên wê jî di dîrokê de berbiçav in. Berê jina kurd di dîrokê de jina xwedewend bû jiyan bi rengekî hevseng dida meşandin, bîrgeha me ya dîrokî bi têkoşîn û pêşengtiya jin dewlemend e.”

“Têkoşîneke hevpar a hemu jinên Rojhilata Navin heye”

Selwa Ciga ya ji Tûnisê li ser têkoşîna hevpar a jinên Rojhilata Navîn a ji bo doz û mafên xwe axifî û wiha got: “Di tevahiya Rojhilata Navin de têkoşîneke hevbeş a jinan heye û pirsgirêka wan vedigere meşandina fikirê islamiya radîkal li ser vîna wan. Islama radîkal tu pêşketin ji bo têkoşîna jinan çênekir, tenê islameke siyasî bû li dijî maf û hiqûqên jinan bû. Pêwîste em weke jin hevkariya xwe bikin yek û destkeftiyên jinan di sedsala 21’an de mayinde bikin, bila ev sedsal bibe sala wekheviya jinan.”

Foruma Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Surî bi panêla çaremîn, li ser nîqaşên zindî ya ji bo avakirina perspektîfê pêşerojê didome…