Dayikên Şemiyê aqûbeta Abdulganî Dag pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdulganî Dag ê 28 sal berê li ser rêya Qoser-Nisêbînê bi îşkenceyê hat windakirin, pirsîn.

Stenbol - Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 904’emîn de çalakiya xwe heftane bi rêya online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulganî Dag ê di 14’ê tîrmeha 1994’an de li ser rêya Qoser - Nisêbînê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin, îşkence lê hat kirin û windakirin, hat pirsîn. 

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê xwişka Hasan Ocak ê hatibû windakirin, Masîde Ocak ve hat xwend. Masîde Ocak da zanîn ku ji ber ku li Tirkiyeyê kevneşopiyek serweriya hqûqê nîne lêpirsîn û doz di bin bandora siyasete de dimînin û lewma jî hemû serlêdanên malbatên windayan bêancam mane. 

“Hat binçavkirin û îşkence kirin”

Masîde Ocak diyar kir ku serpêhatiya Abdulganî Dag ê 28 sal berê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin nimûneya polîtîkaya bêcezahiştinê ya îktidarê nîşan dide. Masîde Ocak anî ziman ku malbatê wê çaxê serî li dozgeriyê, leşkeriyê û polîan daye û hemû hewldanên wan bêencam mane. Masîde Ocak got her wiha Fermandariya Leşkeriyê ya Mêrdînê ji ber serlêdanê gef li malbata Dag xwariye. Masîde Ocak da zanîn ku leşker Dag binçav dikin û li qereqolê bi rojan îşkenceyê lê dikin û her çiqas malbat dixwaze cenazeye xwe bibîne jî lê dozgerî daxwaza malbatê red dike. Masîde Ocak anî ziman ku ew di salvegera 28’emîn a windakirina Dag de carek din daxwaza dikin ku aqûbeta wî bê eşkerekirin û cenazeyê wî li ku hatiye eşkerekirin bila bê tespîtkirin. Masîde Ocak destnîşan kir ku çend sal derbas dibin bila bibin di şexsê Abdulganî Dag de dê ji bo hemû windayan dest ji daxwaza edaletê bernedin û wê dest ji cihê xwe Qada Galatasarayê bernedin.