Di nûnertiya wekhev de bajarên Tirkiyeyê têk çûn, li Kurdistanê hevserokatî serket

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024’an de li parêzgehên Tirkiyeyê namzetên jin tenê 4 ji wan li 7 bajarên hatin hilbijartin. Li parêzgehên Kurdistanê jî 3 jê bajerên mezin û 7 jê bajar wê bi giştî 75 şaredarî bi pergala hevserokatî bên birêveberin.

Navenda Nûçeyan- Di 31’ê Adarê de li parêzgehên Tirkiye û Kurdistanê bi milyonan kes ji bo hilbijartina rêveberiyên xwe yê xwecihî çûn ser sindoqan. Li gorî encamên nefermî yên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK); rêjeya beşdarbûna hilbijartinên rêveberiyên xwecihî ji sedî 78,11 bû. Li seranserê Tirkiye û Kurdistanê CHP’ê 35, AKP’ê 24, DEM’ê 10, MHP’ê 8, Partiya Yenîden Refahê 2, BBP 1 û İYİ Partî 1, şaredarî bi dest xist.

Di hilbijartinên 30 şaredariyên bajarê mezin de jî, CHP’ê 14, AKP’ê 12, DEM’ê 3, Partiya Yenîden Refahê jî 1 şaredarî bi dest xistin. AKP’ê 324, CHP’ê 302, MHP’ê 110, DEM Partî 54, Partiya Yenîden Refahê 37, İYİ Partî 23, BBP’ê 12, Serbixwe 9, Partiya Demokrat 2 hevşaredariya navçeyan bi dest xistin.

Ji 15 hezar namzetan tenê ji sedî 11’ê jin bûn

Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin ku beriya hilbijartinê hin daneyên îstatîstîkî parve kir, tesbît kir ku ji 15 hezar namzetên şaredariyê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 2024’an serlêdan kirine, tenê ji sedî 11’ê wan jin e.

Li 4 bajarên mezin û 3 parêzgehan jin wek hevşaredar hatin hilbijartin

Li gorî encamên hilbijartinên xwecihî yên 2024'an; her çiqas li gorî hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an zêdebûnek hebe jî, hêjmara hevşaredarên jin li pey nûnertiya wekhev ma. Li bajarên mezin Aydin, Eskîşehîr, Dîlok û Tekîrdagê namzetên jin ên hevşaredar qezenc kir. Namzeta CHP’ê ya Aydinê Ozlem Çerçîoglû ji sedî 50,53, li Eslîşehîrê ji CHP’ê Ayşe Ûnlûce ji sedî 51,02, li Dîlokê ji AKP’ê ya Fatma Şahîn ji sedî 38,82 û li Tekîrdagê ji CHP’ê Candan Yuceer ji sedî 38,82 dengan hevşaredariya bajarê mezin qezençkirin. Li 3 parêzgehan jî jin hilbijartina şaredariyan qezenç kirin. Ji namzetên jin ên CHP'ê Burcu Koksal li Afyonkarahîsarê, Melek Mîzrak Subaşi li Bîlecîkê û Filiz Gencan Akin jî li Edîrneyê wek hevşaredara Edîrneyê hatin hilbijartin.

Li Stenbolê ji 39 navçeyan tenê 3 navçeyan namzetên jin qezenç kirin

Li Stenbola ku 39 navçeyên wê hene û bi milyonan hilbijêr deng bikaranîn, tenê li 3 navçeyan hevşaredarên jin hatin hilbijartin. Li Bakirkoyê namzeta CHP'ê Ayşegul Ozdemîr Ovalîoglû ji sedî 67,72, li Ûskudarê Sînem Dedetaş ji sedî 49,92, li Maltepe Esîn Koymen jî ji sedî 58,93 deng girt û bû hevşaredar.

Li Enqere li navçeyekê, li Îzmîr 8 navçeyan namzetên jin qezenc kir

Li Enqere ku 25 navçeyên wê hene tenê li navçeya Akyurt Hîla Ayik ya AKP yî ji sedan 50,20 dengan bû seroka şaredariyê. Li Îzmîr ku 30 navçeyên wê hene li navçeyên Çeşme, Foça, Karabaglar, Karaburun, Karşiyaka, Kinik, Konak, Selçuk namzetên jin yên CHP’ê qezenc kir.

Li Edene tenê jinek weke seroka şaredariyê hate hilbijartin

Ji bajarên mezin Edene tenê li navçeye Seyhan Oya Tekîn ya CHP yî ji sedan 41,61’ê dengan bû seroka şaredariyê. Li bajarê herî mezin yê 5’em ya Tirkiye Bursa li tu navçeyan jin weke serokên şaredariyê nahetin hilbijartin.

Li bajarên Kurdistanê 75 şaredarî wê bi pergala hevserokatî were rêvebirin

Li bajarên Kurdistanê DEM Partî bajarên mezin Wan, Amed, Mêrdîn, 7 bajar di nav de bi giştî 75 şaredarî qezenc kir, wê bi sîstema hevserokatî were rêvebirin. 

Li Tirkiye li bajarê xwe bi rêjeya herî zêde ya dengan hevseroka hate hilbijartin, seroka şaredariyê namzeta hevseroka şaredariya Êlîh ya Partiya Wekhevî û Demoqrasiya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Sonuk bû. Beriya hilbijartinê li bajarê ku sîstema hevserokatiyê herî zêde lê dihat hedefgirtin, gel, dengê xwe ji bo têkoşîna jinê û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi karanî. Di sindoqên ku li bajar DEM Partî 122 hezar (ji sedan 64.50) deng girt. Partiay Hur ya Dava 29 hezar 476 (ji sedan 15,70), AKP jî 23 hezar 356 (Ji sedan 12.44) deng girt.