'Divê li dijî êrişa zayendî çerxa bêdengiyê bê şikandin'

Seroka Komeleya Parastina Zarok û Ciwanan a ji Tundî û Êrîşa Zayendî Fewziya Shaaban Jaber, diyar kir ku li Tûnisê li dijî êrîşa zayendî xebat dimeşînin û da zanîn divê li dijî êrîşa zayendî çerxa bêdengiyê bê şikandin.”

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis- Seroka Komeleya Parastina Zarok û Ciwanan a ji Tundî û Êrîşa Zayendî Fewziya Shaaban Jaber, der barê armanca damezrandin û xebatên komeleyê de ji ajansa me re axivî. Fewziya Shaaban Jaber, diyar kir ku komele di sala 2018’an de ji aliyê komek parêzerên mafên zarokan ve hatiye damezrandin û wiha got: “Dema di beşa zarokan de dixebitiyan, çi di sektora taybet û çi sektora giştî de, her roj giliya êrîşa zayendî digirt. Di mijara ku me li dijî çawa berxwe bidin de serê tevlî hev dibû. Me jî biryar da divê mijarê de diwarê bêdenhiyê bişkînin.”

‘Wekî wêrektiyek mezin hat dîtin'

Fewziya Shaaban Jaber, da zanîn komele di destpêkê de ji aliyê hin kesan ve bi matmayî hat pêşwazî kirin û wiha axivî: “Wekî wêrektiyek mezin hate dîtin. Hin saziyên taybet ji ber ku nexwestin navên wan bi peyva êrîşa zayendî bê bihîstin, alîkarî dayîna komeleyê red kirin.” Fewziya Shaaban Jaber, diyar kir komeleya ku ji hikûmetê alîkarî nagre, saziyên ku kampanya û bernameyên komeleyê re alîkariya madî didin hene û wiha axivî: "Komele ji bo alîkariya zarokên ji 4 saliyê heta dema balixtiye dixebite."

'Kiryar kesên herî nêz in’

Fewziya Shaaban Jaber, destnişan kir piraniya mexdûrên êrişa zayendî zarokên keç in û wiha got: “Piraniya kiryaran kesên herî nêz in. Ango mam, xal, bira û pismam e.” Fewziya Shaaban Jaber, da zanîn komele herî zêde ji bo pêşîgirtina êrîşa zayendî ya zarokan dixebitin û wiha axivî:

"Em ji bo ku zarok bizane êrîşa zayendî tê çi wateyê û dema rastî hat dikare çi bike, hewil didin jêhatibûnên zarok pêşbixin. Em wek komele hewl didin bi dayik û bavan re pirsgirêkê dest bigrin. Me dît ku dayik û bav bi hestiyar in û dixwazin bi zarokên xwe re bi awayekî zanistî biaxivin. Ji bo tespîtkirina zû ya êrîşa zayendî, bi rêveberiyê re dixebitin. Ji bo rêveberiyê, li gorî daxwazê perwerdeyek yek an du rojan tê pêkanîn. Carna di tevgerên zaroka mexdûr de guhertin pêktê. Ji bo piştrastkirina êrîşa zayendî, dibe ku ji bijîjk an jî derûnînasan alîkariyê bigrin.”

'Ji bo 163 xebatkarên dibistanên dayikê perwerde hate dayîn’

Fewziya Shaaban Jaber, da zanîn komele niha bi mekanîzmayên ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye qebûl kirin dixebite û wiha got: “Me video û rêhberek amade kir, gelek çalakî pêkanîn û 21 alîkarên mufetîş perwerde kir. Ev ji di nava sê mehan de ji bo 163 xebatkarên dibistanên dayikê perwerde da. Ji bo dayik û bavan civîn hatin li dar xistin. Wê qonaxa duyemîn a pîlotê dest pê bike û em ê derbasî herêmên din ên welat bibin."

‘Ger êrîşa zayendî demek dirêj bêveşartîn wê bibe sedema zerarek wêranker e'

Fewziya Shaaban Jaber, da zanîn zarokek 4 salî wateya êrîşa zayendî nizane, lê dikarin zarok fêr bikin ku di bedena wê de hin cihên ku kes nikare dest bide heye û wiha axivî: “Ger êrîşa zayendî ya li dijî zarok demek dirêj bêveşartîn, wê bibe sedema zerarek wêranker e. Lewma dikarin bi zarokê re têkiliyek pêbawer avabikin û vegotina zarok a êrîşa zayendî misoger bikin. Rêjeya herî mezin a êrîşkaran ji ji aliyê kesên herî nêz ve pêktê.”

'Di hawirdorên dîjîtal de zêdebûnek pêkhat’

Fewziya Shaaban Jaber, da zanîn komele wekî Tora Cîhanî ya Komeleyên Di Qada Zayendî de Dixebitin, bi komeleyên din re jî hevkariyê dike û wiha got:

"Komeleyan, bi armanca dîtina çareseriyek û şopandina zagonan, di asta herêmî de (Tûnis, Cezayîr, Misir û Urdun) ji bo şopandina êrîşen zayendî yên bi rêya medyaya dîjîtal pêktên, xebatek meşandin. Komeleya me daneyan nirxand û ferq kir ku li hawirdorên dîjîtal êrîşên zayendî zêdebûne. Her roja derbas dibe êrîşên zayendî û hinek caran jî şantajên bi wêne dibin. Em ê şert û mercên ji aliyê dewletê ve tên dayîn lêkolîn bikin û komele ji bo rûbirûbûna tundiya dijîtal a li dijî zarokan planeke neteweyî avabike, wê hevkariyê bike.”

‘Ji bo zarokan pêwîstî bernameyek parastinê heye’

Fewziya Shaaban Jaber, der barê paşragihandina dayik û bavan a ji bo hewildanên komelê de jî wiha got: “Me ji dayik û navên ku bi taybetî ji bo zarokên di nava temenên 11-12 salî de çareseriyan digerin û bi van re têkilî pêknaynin re axivîn. Ji dibistan, dibistanên amadekarî û saziyên zarokan jî daxwaz hene. Her wiha tenê bi dayik û bavan re rasterast hevdîtin têne kirin. Zarokekî ku rastî êrîşa zayendî hatiye çi qas zû were dermankirin, ewqas baş encam bigre. Zarokên di roja me ya îro de ji ber bikaranîna bêkontrol a înternetê û telefonên aqil, herî kêm du sal ji hevsalên xwe yên berê mezintir tevdigerin. Ji bo van zarokan pêwistî bernameyek bi tevahî parastî heye.”

‘Ji sedî 71’ê mexdûran zarokên keç û ji sedî 29’ê jî kur in’

Fewziya Shaaban Jaber, da zanîn ku ji sedî 71’ê mexdûrên êrîşa zayendî keç û ji sedî 29’ê jî kur in û balkişand ji sedî 80’ê êrîşkar ji hawirdora zarokan pêktê. Fewziya Shaaban Jaber, wiha got: "Li Tûnisê êdî ji bo îstatîstîk û dabeşkirina wan eleqe naye nîşandan. Di sala 2022'an de hezar û 515 zarok, bûn mexdûrên bazirganiya mirovan. Ev jî xebata me zehmet dike. Nîşaneyên wan curbecur û xeternak e û ji sedî 50'ê hewildana xwekuştinê, ji ber êrîşa zayendiye. Ji ber dibe sedema xirabûna derûnî, xirabûna tevger û xwarinê, îzolêbûyin û redkirina jiyanê û kes li dijî hemû kesan bihês dibe. Yên ku dikarin der barê êrîşa zayendî de biaxivîn, nikarin karê xwe, zewaca xwe berdewam bikin û nikarin zarokên xwe mezin bikin.”

'Tenê ji sedî 20'ê binpêkirinan tê tespîtkirin'

Fewziya Shaaban Jaber, diyar kir tenê ji sedî 20’ê binpêkirinan tên tespîtkirin û wiha got: “Lewma divê çerxa bêdengiyê bê şikandin. Ger neyê şikandin wê xwebaweriya zarokê kêm bibe. Li gorî îstatîstîkên dawî, 263 zarok di destê şebekeyên fuhûşê de ye. Dadgeha Malbatê, ji ber zêdebûna hejmara kurtajên zarokên keçan û xebitandina wan a ji aliyê şebekeyên fuhûşê ve, ji komeleyê alîkarî xwest."