Komeleya Nivîskarên Îranê: Bila zilma li ser jinan bi dawî bibe

Komeleya Nivîskarên Îranê daxuyaniyekê ku parastina cil û bergên jinan û mafê bijartinê dike weşand û bang kir ku zexta li ser jinan bi dawî bibe.

Navenda Nûçeyan- Jinan li Îranê li dijî ferzkirina cil û bergên Îslamî têkoşîna xwe didomînin. Li hemberî kampanyayên li dijî tesetûrê, polîtîkayên ku hewl didin jinan tepeser bikin, jin ji aliyê gelek aliyên alîgirê rejîmê ve rastî tûndiyê tên. Komeleya Nivîskarên Îranê ya der barê mijarê daxuyaniyek da û ji bo bi dawîbûna zext û zordariya li ser jinan a ji ber hilbijartina cilan tê kirin bang kir.

 “Tundî kêm nebû”

Komeleya Nivîskarên Îranê diyar kir ku wan daxwaza bi dawî kirine zext, heqaret û dozên li dijî çalakvanên jinan hatine vekirin û bêhiqûqiyên dikin.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hatin gotin;

“Zêdetirî çil sal in hikûmetê li hember her protesto û bêîteatiya jinan bi heqaret, tundiya rêxistinî û fîşleme bersiv da. Jinên ku bi salan e ji qadên herî taybet heta qadên herî giştî yên dewletê di bin desthilatdariya çand û zagonên antî-femînîst de dijîn, ji bo şikandina vê yekê bi xebatên xwe yên takekesî û kolektîf gav avêtin û rê ji xwe re vekirine, lê vê têkoşîna berdewam tundiya tazî ya hikûmetê ya li dijî jinan kêm nekir.”

“Em piştgiriyê didin mafê rêxistinbûnê yê jinan”

Di daxuyaniya ku êrîşên eşkere yên li dijî çalakgerên jin hatin şermezarkirin, hat xwestin ku divê êrîşên li dijî jinên ku dixwazin di wesayîtên giştî û li kolanan de porê xwe vekin û ferzkirina kesên ku hewl didin wan bigrin, bên dawî kirin. Di daxuyaniyê de hatê gotin ku "polîsên exlaq" hin zêdetir bi pelçiqandin û  ewlehiya wan ji destê wan girtinê re mijûl dibin, ji bo hêza jinan bitepisinîn çi destê wan ten dikin û civak jî tehrîk dikin.

Komeleya Nivîskarên Îranê di dawiyê de dest nîşan kir ku ew mafê hilbijartina cilan diparezin û bi gotina: "Em careke din radigihînin ku em piştgiriyê didin mafê rêxistinbûna jinan û em van girtin û zordariya îtirafkirinê weke berdewamiya zexta birêxistinkirî ya li dijî jinan dibînin” bi birxist ku mafên bi taybetî Sepideh Reshnu û hemû girtiyên siyasî û polîtîk heye.