Di nobeta edaletê de roja 503’an: Em dest ji dozê bernadin

Malbata Şenyaşar di roja 503’emîn ya nobeta edaletê de carek din bang li Wezareta Edaletê û Walîtiya Rihayê kir.

Riha -  Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 503’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar ji ber ku îro edliyeyê girtî ye, nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. 

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê wiha bang li Walîtiya Rihayê û Wezareta Edaletê kir: “Em di rêyeke dirêj û zehmet de ne. Hêj sibe nebûyî derengî divê daxwazên me yên însanî bên qebûlkirin. Ji bo ku bikarin bijîn û bidin jiyîn, em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin...”