Ji ceribandinên 10 salên Şoreşa Rojava ber bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê ve

Şoreşa Rojava ya ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi derxistina hêzên dewleta Sûriyeyê ji bajarê Kobanê ve fermî hat ragihandin, rûpelên nû di dîroka şoreşên cîhanê de nivîsandiye û hîna dinivîse.

ŞERVÎN NÛDEM

Şoreşa Rojava ya ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi derxistina hêzên dewleta Sûriyeyê ji bajarê Kobanê ve fermî hat ragihandin, rûpelên nû di dîroka şoreşên cîhanê de nivîsandiye û hîna dinivîse. Şert û mercên şoreşgerî di hinek kêliyên dîrokî de derdikevin holê. Lê bêyî bername, armanc, hêza rêxistinkirî ya civakî li ser bingeha nêrîneke hevbeş a bîrdozî û polîtîk ne pêkan e temenê şoreşan dirêj bibe. Bi rastî em dikarin peyva 'şoreş' wekî 'şûstina tiştên reş, tarî û xirab' şîrove bikin. Di vê wateyê de erka yekem a şoreşê dibe serî rakin li hemberî rûreşiyên serdestiyan ango paqijkirina jiyanê ji zilm û koledarî. Lê belê serkeftina rastîn a şoreşan bi avakirina pergaleke nû ya xwerêveberina civakê ve girêdayî ye ku tê de hemû mirov bi çand û nasnameya xwe bi rêzdarî û azadî bi hev re bijîn. Heta niha piraniya raperînên şoreşgerî di nîvê rê de ji hev ketin ji ber civak û ferd azadiya xwe di pergala nû de jî nedîtine. Bi taybetî jin ji derveyê pêvajoyên ji nû ve avakirina pergalên sîyasî, civakî û aborî dihatin hiştin û desthilatdariya zilam di têkiliyên malbatî û civakî de nehatiye lêpirsînkirin. Lewma van serhildanên gel venegeriyan şoreşeke civakî ya ku dikaribûn xeyalên jiyana azad û wekhev pêk bînin. Di berdewamiya wê de hêzên modernîteya kapîtalîst piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetan, helandina gelek dewletên sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî di dawiya sedsala 20'an de, bi serxweşiya serkeftinê 'dawiya serdema şoreşan' îlan kiribûn.

Lê belê di destpêka sedsala 21'ê de Şoreşa Rojava hesabên mêtingehkaran vala derxistiye û çirûskê agirê şoreşê ji nû ve pêxistiye. Ruxmê ku di pêvajoya 10 salên Şoreşa Rojava de êrîşên leşkerî, siyasî, aborî û bîrdozî li dijî şoreşê tu car kêm nebûne, hewldanên avakirina pergaleke xwerêveberina gelan û gihandina civakeke demokratîk û ekolojîk li ser bingeha azadiya jinan gav bi gav pêşve çûne. Bi vî awayî Şoreşa Rojava hêviya gihandina jiyana azad di nava jin û gelên Kurdistanê, herêma Rojhilata Navîn û cîhanê de ji nû ve belav kiriye.

Hîmên şoreşê

Çi hişt ku Şoreşa Rojava ne wekî serhildanên din ên dema bihara gelan di destpêka sala 2011'an de rabûn û ji Tunîsê belavî gelek welatên Bakûrê Efrîka û Rojhilata Navîn bûne hatibûn şikandin be?

Berovajî vê, rih, fikir û rêxistinbûyîna Şoreşa Rojava her ku çû belav bû û wekî şoreşa jinan jî bal kişand ser xwe. Sira rastî û serkeftina vê şoreşê di bingeha wê ya dîrokî, zanistî û rêxistinî de veşartî ye. Di warê bingeha xwe ya dîrokî de Şoreşa Rojava xwe dispêre nirx, rêûresmên civaka komînal ên ku li ser erdnîgariya Mezopotamyayê di serdema şoreşa neolîtîk de bi pêşengiya jinan hatibûn avakirin. Çanda dayika xwedawend bûye bingeha jiyana hevbeş a gelan, mozaîka bawerî û çandên herêmî. Şopên vê çandê hê jî di exlaqê civakî de wekî hevkarî, nêzîkatiyên bi baldarî û pêhesandina hev, parvekirina êş û kêfxweşiyê, rêûresmên mêvanperweriyê, cejn, pîrozbahiyan, şêwazên hilberînê, di têkilî û kesayetên hinek mirovan de xuya dikin. Lewma em şoreşa Rojava jî wekî şoreşa duyem a jinan pênase dikin a ku li nirxên civaka exlaqî û polîtîk a şoreşa neolîtîk ango şoreşa yekem a jinan lê xwedî derdikeve. Balkêş e ku koka peyva 'revolution' a ku di pirraniya zimanên Ewropî de bi wateya 'şoreş' tê bikaranîn ji peyvê Latînî bi wateya 'veger' ango 'paşve vegerandin' ve tê. Bi vî awayî etîmolojiya vê peyvê jî diyardeya şoreşê wekî vegereke ber bi nirxên çanda dayikê ya civaka xwezayî ve destnîşan dike.

Di aliyê din de bingeheke saxlem a Şoreşa Rojava di encama rêxistinbûyîna civakî, zanîn û xebata şoreşa Kurdistanê ya 40 salî de ku bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye meşandin derketiye holê. Ji salên 1980'an ve civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwe di warî çand, huner, ziman, dîrok û sîyasetê de perwerde kiriye. Ruxmê zilm û zordestiya dewletê civak bi cureke pergaleke xwerêveberina komînal xebatên xwe meşandin, pêdiviyên xwe pêkanîn û çalakiyên xwe lidarxistin. Bi bandora Tevgera Azadiyê jinan ji malê derketine, fêrî siyasetê bûn, rêxistinbûyîna xwe ya xweser ava kirine û pêşengiya civakê kirine. Wekî di çalakbûyîna jinan de di zelalkirina armanc, stratejî û polîtîkayên ji bo serkeftina Şoreşa Rojava de jî ked û nirxandinên Rêber APO diyarker bûn. Bi taybetî perspektîfên Rêber APO yên der barê azadiya jinan, konfederalîzma demokratîk, xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk de nexşeya rê û bernameya şoreşê ji civaka Rojava re pêşkêş kirine. Di ronahiya tehlîlên dîrokî, civakî û sîyasî yên Rêber APO de jin û gelên Rojava îqna bûn ku ew ê bikarin ji pergalên xwe yên xwerêveberinê û xweparastinê heta pergalên xwe yên tendirustî, aborî û perwerdeya bi zimanê dayikê pêdiviyên xwe hemûyan bi hêza xwe ya cewhêrî pêk bînin. Ceribandin û zanînên pêvajoya 10 salên şoreşê hîmên xurt ava kirine da ku kêmaniyan gav bi gav dikarin werin derbaskirin û bibin bingeha derketinên nû.   

Rastiya şoreşa jinan

Jin di pêvajoya 10 salên şoreşê de di tevahiya qadên jiyan û têkoşînê de bi rista pêşeng rabûne. Bi deh hezaran jin di pêşxistina şoreşa ziman de, di rêxistinkirina dibistan, akademiyên civakî, kooperatîf, sazî, komîn û meclisan de bûn xwedî ked û biryaran. Hêza jinan di qada siyasî û civakî de xwe spart rêxistinbûna xwe ya xweser li bin sîwana Kongra Star. Bi vî awayî jin dikaribûn bi armanc, eqil û biryarên hevbeş siyaset û têkoşîna xwe bi pêş bixin û di gelek mijaran de diyarker bin. Di encamê de jî bi biryarên stratejîk der barê maf û azadiya jinan de wekî zagonên jinan an jî rûniştandina pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev di tevahiya saziyên rêveberiya xweser de hatiye bidestxistin. Di heman demê de derketina Jineolojî wekî zanisteke civakî ya jin û jiyanê bi pêşveçûyînên şoreşê ve bingeha zanistî ya şoreşa jinan xurt kiriye. Rêxistinkirina Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha navendên lêkolînê yên herêmî derfet da avakirin da ku pirsgirêkên jin û civakê di nav rastiya civak, şer û şoreşê de werin şopandin û tehlîlên bi armanca çareseriyê werin pêşxistin. Bi vî rengî jinên Rojava di nav geşedanên şoreşê de dest bi nivîsandin dîroka xwe û pêşxistina siberoja xwe kirine.

Bi têgihîştina li ser dawiya bi êş a ku gelek jinan di şoreşên welatên cuda de jiyane, bi deh hezaran jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirin, pêşxistin û parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava de cihê xwe girtine. Ji jinên di refên YPJ, hêzên Asayîşê û HPC Jin de heta jinên di rêxistinbûnên Kongra Star, Mala Jinê û Tevgera Jinên Ciwan de gelek jin di serî de jiyana xwe ya malbatî û civakî şoreşek pêk anîne. Wan serê xwe li hemberî zextên baviksalar û zayendperestiya civakê rakirine. Bi vî awayî van wêrekî û hêz dan jinên din jî da ku ji bo xwebûn û azadiya xwe têbikoşin, li hemberî dagirkerî û tevahiya êrîşên li dijî jin û civakê bisekinin. Bi sedan jinên bi vî rengî pêşengiya şoreşê kirine bûne hedefa sekvanên dewleta dagirker a Tirkiyeyê, çeteyên El Nusra û DAIŞ‘ê. Şehîdên leheng ên şoreşa Rojava wekî Gulê Selmo li Helebê, şervanên YPJ‘ê Silava û Bêrîvan li Efrînê, mamoste Viyan li Kobanê, siyasetmedar Hevrîn Xelef li ser riya Til Temirê, Yade Eqîde li Serêkaniyê, şehîdên Qereçox û Helincê, endamên meclisa jinan a Şedadê Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El-Xidir û her wiha jinên şoreşger ên enternasyonalîst wekî Îvana Hofmann, Lêgerîn Çiya û Hêlîn Qereçox bûne sembolên wateya dîrokî û gerdûnî ya şoreşa jinan.

Berdewama şoreşa zîhniyetê

Gelek zarokên di nav salên şoreşê de hatine dinê bi nav û bîranînên van jinên şoreşger û rêhevalên wan mezin dibin. Êdî nifşeke nû ya zarokan derçûyîna xwe di dibistan û zanîngehên rêveberiya xweser de diqedînin. Beşeke wan nema şahidiyê lêxistin an jî heqaretên nijadperest, olperest û zayendperest di dibistanên dewletê de kiriye. Lê belê guhertin û veguhertina zîhniyetek di encama 5000 salên pergala baviksalar û şaristaniya dewletê de ava bûye, yê di bin bandora 100 salên parçekirina welatê Kurdistanê û serweriya netew-dewletê û 60 salên şovenîzma partiya Baasê de teşe girtiye ne tiştekî hesan e. Ev zîhniyeta desthilatdar ferd û civakê di dorpêca zayendperestî, olperestî, nijadperestî û zanistiya pozîtîvîst de dîl girtîbû. Lewma nîqaş, perwerde û hewldanên bi armanca guhertin û veguhertina zîhniyetê berdewam dikin. Yek ji mînakên van xebatan komxebatên li bin dirûşmê ‘Erkên zilam di avakirina malbeteke demokratîk û civakeke azad de‘ ne yên Navenda Lêkolînê ya Jineolojî ya Efrîn-Şehba û Kongra Star meşandine. Di nîqaşên li ser pirsên girêdayî tundiya li dijî jinan, jiyana malbatî, pirsgirêkên zewacê, hevjîn û perwerdeya zarokan derketiye holê ku aqilê kolektîf, lêgerîn û hêza çareseriyê ya civaka exlaqî û polîtîk wiha zindî dibe. Parvekirin, guhdarîkirina li hev û ji nû ve fikirandin dihêle ku hişyarî û hesta berpirsyariya her kesê li hemberî hev, li hemberî pirsgirêkên malbat û civakî xurtir bibin. Bi taybetî di nifşa jin û xortên ciwan de lêgerînên nû xwe didin der da ku li şûna qederperestî wê têkoşîn û berpirsyarî bi pêş bikevin, li şûna feraseta ku jinan wekî gunahbar û namûsa mêr dibîne wê pejirandina vîn û biryarên jinan serwer bin û li şûna şikandina xwebawerî, hêza fikrî û afirîneriyê wê nirxdayîna xwebûn, nêrîn û keda mirovan were esasgirtin. Rê li pêşiya me hê dirêj be jî gavên destpêkê yên şoreşa civakî ango paqijkirina hişmendiyê ji xirabiyên desthilatdariyê hatine avêtin.    

Gelek jin û mêr serwext bûne ku hem fêrbûnên kevnperest hem jî hewesên modernîteya kapîtalîst pirsgirêkên jiyanê, qeyranên malbat û civakê çareser nakin dijberî wê kûr dikin. Lewma pêdivî û daxwaza gihandina hişmendî û têkiliyên malbata demokratîk û hevjiyana azad her ku diçe zêdetir tên ziman.   

Ruxmê ku êrîş, ambargo, gefên şer û dagirkeriyê didomînin û misogeriya siberojê asteng dikin jî jinên Rojava berxwedaniya xwe ji bo parastina rûmeta xwe û avakirina jiyana azad li ser axa xwe bi danehevên 10 salên şoreşê bilind dikin.

Cîhanîbûyîna şoreşa jinan

Ev helwesta berxwedêr û destkeftiyên şoreşa jinan ên li Rojava di heman demê de îlham û cesaret da gelek jinên cîhanê. Gelek jinên xwe tenê wekî qurbanên tundiya pergala zilam û dewletê didîtin; jinên nebawer dikirin ku têkoşîna jinan di sedsala 21'ê de ji derveyê nîşandana bertekê wê bikaribe bibe xwedî wateya rizgarkirina jin, jiyan û civakê bi pêşketinên 10 salên Şoreşa Rojava re ji nû ve hêvî, hêz û xwebaweriyê qezenc kirine.  

Bi sedan jinên ji parzemînên cuda bi daxwaza naskirina jinên Rojava, rastiya civak û şoreşê berê xwe dan herêmên rêveberiya xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi hewldana fêrbûna paradîgma û jiyana şoreşê, rê û rêbazên rêxistinkirina civakê, perwerde û xweparastinê ve jinên ji welat û çandên cihêreng rastiya xwe di eynika Şoreşa Rojava de baştir dîtin. Pê re wan pêwîstiya lêkolîna dîrok, çand û heqîqata civaka xwe dîtine ku jê hatibûn dûrxistin. Li ser bingeha têkiliyên hevaltî û lêgerînên azadiyê yên ku bi agirê Şoreşa Rojava hatine geşkirin, vîn û daxwaza jinan ji bo honandina torên Konfederalîzma Demokratîk a jin û gelên cîhanê derketiye holê. Her gaveke ku bi vî armancê, bi bername û rêxistinkirî, li cihekî cîhanê li gorî rastiya çand û dîroka vê civakê tê avêtin dibe nîşaneya herî xurt ku serdema şoreşa jinan pêşve diçe. Ev tê wateya ku serdema şoreşan bi dawî nebûye, li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ji nû ve gerdûnî dibe.