Afrîkaya Başûr li dijî Îsraîlê biryarên nû yên tedbîrê xwest

Komara Afrîkaya Başûr, ji Dîwana Edaletê ya Navneteweyî xwest li dijî Îsraîlê ku gelê Xezayê mehkûmê birçîbûnê dike, biryarên nû yên tedbîrê bên girtin.

Navenda Nûçeyan – Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, diyar kir Afrîkaya Başûr ji dîvanê xwestiye ku di dosyaya qirkirinê ya ku li dijî Îsraîlê vekiriye de bi awayekî lezgîn mehkûmê biryarên nû yên tedbîrê bike. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di daxwaza Afrîkaya Başûr de hatiye diyar kirin ku Îsraîl bi israr biryarên 26'ê Çileyê yên ICJ'ê bi cih nayne û hat destnîşankirin li Xezayê “binpêkirinên xwe yên hovane" didomîne.

Di daxuyaniyê tedbîrên nû yên xatin xwestin bi 5 xalan hat destnîşankirin.  

5 tedbîrên nû yên hatin xwestin wiha ne:

“1. Divê demildest hemû aliyên şer şer rawestînin û bi awayekî lezgîn hemû rehîne û girtiyan bên berdan.

2. Divê ji bo ku hemû aliyên Hevpeymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Qirkirinê demil dest hemû berpirsyartiyên xwe yên di çarçoveya hevpeymanê de bicîhbînin, hemû tedbîran bigre.

3. Divê hemû aliyên Hevpeymana Qirkirinê, demil dest dev ji her kiryarên ku mafê parastina Filistîniyên li Xezayê ya ji qirkirinê asteng dike, mafên din ên ku ICJ’ê dikare di biryarên ku di vê dozê de bigre bixe xeterê, nakokiya li pêşberî dadgehê girantir bike an jî çareseriya wê zehmet bike û bi taybetî jî ji kiryarên çekdarî dûr bikeve.

4. Divê Îsraîl, ji bo dawî anîna birçîbûn, xela û şert û mercên nebaş ên jiyanê yên Filistîniyên li Xezayê pê re rû bi rû ne, tedbîrên lezgîn û bibandor ku pêwistiyên bingehîn û alîkariyên mirovahî misoger dike, bigre. Divê demildest operasyonên xwe yên leşkerî yên Li Xezayê rawestine; dorpêça li ser Xezayê rake, hemû tedbîr û kiryarên din ên heyî ku bandora li ser astegkirina alîkariyên mirovî yên ji bo Filistîniyên li Xezayê dike bên betalkirin û pêdiviyên bingehîn, alîkariya bijîşkî û piştgirî jî di nav de hemû pêdiviyên xurek, av, sotemenî, stergeh, cih û berg û hîjyenê bên bicîhanîn.

5. Divê Îsraîl derbarê pêşî lê girtinên ji bo pêkanîna hemû tedbîrên demkî yên ku ji hêla Dadgehê ve heta îro hatine girtin, piştî biryara tedbîra nû di nava mehekî de ji UAD’ê re raporeke nû bi awayekê ku ji raya giştî re vekirî be pêşkêş bike.”