Di meha Cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteya tundiyê ya JINNEWS'ê berhev kiriye, di meha Cotmehê de mêran herî kêm 36 jin qetilkirin û 6 jin jî ji aliyê mêran ve hewil hat dayîn bê qetilkirin. hatine qetilkirin. 21 jin û 7 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiyeyê di qetlîamên jinan de kêmbûn nayê jiyîn, her meh bi daneyên di çeteleya tundiyê de cih digirin re, ev rêje her ku diçe zêde dibe. Li gorî çeteleya meha Cotmehê ya ku JINNEWS'ê berhev kir, mêran herî kêm 35 jin qetilkirin û hewl dan 6 jinan jî qetil bikin. Di meha Cotmehê de 21 jin û 7 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. 21 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve, 4 jin ji aliyê mêrên nas nakin, 6 jin ji aliyê mêrên xizmên wan e, 5 jin ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve hatin qetikirin. 20 jin bi çekê, 6 bi alavên birînê, 8 jî bi îşkence û rêbazên din hatin qetilkirin. Jinek jî hem bi çek hem jî bi alava birînê hat qetilkirin.
Di rêza yekem de Enqere heye
Li gorî çeteleya me li Enqereyê 8, li Stenbolê 7, li Xarpêtê 3, li Manîsa 2, li Aydinê yek, li Denîzliyê yek, li Muglayê yek, li Edeneyê yek, li Îzmîrê yek, li Erziromê yek, li Ispartayê yek, li Mêrdînê yek, li Kocaeliyê yek, li Sêwasê yek, li Kirklarelî yek, li Antalyayê yek, li Kayseriyê yek, li Yozgatê yek, li Rihayê yek, li Çanakkaleyê jî jinek hat qetilkirin.