Di hevditînên parêzbendiyê de rageşî: Ew wêneya xilasbûna hiqûqe ye

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş a bertek nîşanî, di komîsyona ji bo Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz kombûnê de derxistina rojnamevanan da, balkişand ku hewil tê dayîn rastî bê veşartin û wiha got: “Ew wêneya xilasbûna hiqûqê ye.”

Navenda Nûçeyan  Komîsyona Têkel ku ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz civiya. Ji komîsyona ku bi serokatiya Yusuf Beyazit ê AKP’yî civiyan re, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Tulay Hatimogullari, Mehmet Ruştu Tiryakî, Abdullah Koç, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr tev li bûn. Her wiha parlamenterên CHP, Partiya ÎYÎ, MHP û AKP’ê jî tev li civînê bûn. Parlamenterên CHP, Partiya ÎYÎ, MHP û AKP’ê jî tev li cihên xwe girtin.

Di komîsyonê de rapora derbarê rakirina parêzbendiya Aydenîz de dê bê nirxandin. Biryara li ber destêKomîsyona Amadekar a ji bo rakirina parêzbendiyas Aydenîz bi denge AKP’ê hatibû erêkirin. CHP dengên red dabû. 

Di Komîsyonê de li şûna Aydenîz dê parlamenterên HDP’ê ku tev li civînê bûn parastinê bikin. 

Hûn naxwazin rastî derkevin holê”

Di kêliya ku Komîsyonê dest bi hevdîtinê kir, rojnamevanan dîmen girtin. Hat xwestin ku rojnamevan derkevin derve. Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî derxistina rojnamevanan da û ji serokê komîsyonê re got: “Hê we pirs nekiriye, dest bi civînê nekiriye, hûn ji rojnamevanan re dibêjin derkevin.” Yusuf Beyazit ê AKP’yî jî got, “belê ez wisa dibêjim.’ Meral Daniş Beştaş berteka xwe domand û wiha axivî: “Hûn çi vedişêrin. We dosyeya parêzbendiyê aniye. Ev helwestek kêfî ye, dij hiqûqî ye. Bila gotinên me jî bigtirin. Hûn sansûrê dikin. Hûn naxwazin rastî derkevin holê. Çima hûn li rastiyan guhdar nakin.” 

Vê tişta ku hûn dikin di hiqûqê û rêziknameyê de nîne”

Meral Daniş Beştaş nerazîbûna xwe wiha domand: “Em dibêjn ku çapemenî heke bixwaze dikare civînê bişopîne. Bloka AKP-MHP’ê li ser parêzbendiyan darbeye berdewam dike. Zîhniyeta darbeya siyasî niha di vê civînê de ye. Hûn li dijî HDP, DBP’ê darbe dikin. Vê tişta ku hûn dikin di hiqûqê û rêziknameyê de nîne. Rêbazek wisa nîne.” 

Ji bo civînê navber hat dayîn

Serokê komîsyonê Beyazit ê AKP’yî guh neda nerazîbûna Beştaş û piştî rojnamevanan dîmen girtin ji civînê hatin derxistin. Di civînê de rageşî derket û li ser vê yekê navber hat dayîn.