Di êrişa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de jinek û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Lubnanê hejmara kesên ku ji ber êrişa Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan bû 3, hat ragihandin ku dê der barê Îsraîlê de gilî bê kirin. Di êrişa li ser Tehranê de Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê şeva borî ango 30’ê Tîrmehê êrişî Beyrûta paytexta Lubnanê kir. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê der barê êrişê da daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Di êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma başûrê Beyrûtê da hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bû 3 ku yek ji wan jin û 2 jî zarok in û hejmara birîndaran jî bû 74.” Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku ji ber êrişê ew ê giliyê Îsraîlê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) bikin.

Dê gilî bê kirin

Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Abdallah Buhabîb, di daxuyaniya xwe ya ji bo kanaleke televîzyonê de got: “Em vê êrişê şermezar dikin û gulebarana paytextê qebûl nakin. Ji ber vê êrişê em ê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Îsraîlê bikin.” Wezîr got ku ew hêvî dike ku bersiva Hizbullahê ya ji bo êrişa Îsraîlê “koordîne” be.

Daxwaza Neteweyên Yekbûyî ya “kêmkirina aloziyê”

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişê de bang li aliyan kir bila alozî zêdetir nebin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hemû alî erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bi cih bînin û divê demildest dawî li pevçûnan bê û wiha hat gotin: “Em ji êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser herêmên qelebalix ên li başûrê Beyrûdê bi fikar in.”

Koordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Lubnanê Jeanine Hennis-Plasschaert jî derbarê nakokiyên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bal kişande ser wê yekê ku “ji bo rewşa heyî çareseriyeke leşkerî nîne” û diyar kir ku ew têkiliyên xwe yên nêzîk bi aliyên peywendîdar re berdewam dikin da ku aramî di navbera Îsraîl û Lubnanê de hebe.

Li dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye suîqest

Ji aliyê din ve Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye di encama suîqestekê de li mala ku li Tehranê lê dima jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat ragihandin ku di êrişê de parêzvanê Îsmaîl Haniye jî jiyana xwe ji dest daye. Hîna hûrgiliyên bûyerê nehatine eşkerekirin, Hamasê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Îsmaîl Haniye ji bo beşdarî merasîma radestkirina erk ya Serokkomarê nû yê Îranê Mesud Pezeşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Di 10’ê Nîsanê de artêşa Îsraîlê li wesayîta ku gelek endamên malbata Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye ku diçû Cejna Remezanê li gel niştecih û xizmên Kampa Penaberan Eş-Şatî ya li rojavayê bajarê Xezayê pîroz bike, dabû. Di êrişê de 3 kur û 4 neviyên Îsmaîl Haniye jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor çapemeniya Îsraîlê ev suîqest bi hevkariya artêş û îstixbarata Îsraîlê hatiye kirin.