Li Efganîstanê xwendekar di bin zextan de ne

Endamên Talîbanê li ser Kompleksa Perwerdeya Stêrk a Bamyan kir û gef li xwendekar û mamosteyan xwar. Ji xwendekaran Naz Azîzî wiha got: “Li dijî Talîbanê em ê jiyana xwe bi hêvî û azadiyê bidomînîn.”

BAHARÎN LEHÎB

Bamyan – Talîbana ku rêvebirina Efganîstanê desteser kir ji bilî girtina deriyê dibistan û zanîngehan ji bo jin û zarokên keç, qursên ku zanist û ziman fêrdikin jî girtin. Qursên perwerde yên li Bamyanê di serî de zimanê Îngilizî û gelek zimanên din de perwerde dide zarokên keç. Endamên Talîban diçin van qursan û heqaret li zarokên keç dikin û karê mamosteyan asteng dikin.

 ‘Biçûk xistin û heqaret kirin’

Endamên Talîban ên ku beriya demek çun qursa Îngilîzî ya kompleksa Perwerdeya Stêrk ya li bajarê Bamyanê, mamosteyan ji refê derxistin û nasnameya tevahî jinên ciwan ên ku temenê wan di navbera 15-20 de qontrol kirin û navnîşana malên wan tebinî kirin. Yek ji xwendevanan Naz Azîzî, wiha got:

“Çar kes bê destûr ketin refa me. Dema ketin refê, em hemû matmayî bûn. Bi awayê tund mamosteya me jî refê derxistin. Yek bi yek hemû hurgiliyan pirskirin û nivisandin. Ji ber ku serpûşa min nebû, gelek caran heqaret li min kirin. Tevî ku midûrê qursê xwest bikeve refê, destûr nedan. Agahiyên me girtin û gelek caran me biçûk xistin û heqeret li me kirin. Dema ku min sedema hatina wan pirsî, bersiv nedan û heqeret kirin.

Mamosteyan werekî dan xwendevanên xwe

Naz Azîzî ya diyar kir ku di encama sergirtina endamên Talîbanê gelek tirsiya ne û biryar dane ku tevlî waneyan nebin, wiha got: “Ref bê deng bû. Piştre mamoste û rêveberên qursê hatin refê û gotin divê hûn dev jî bernedin. Hêz dan hemû xwendevanan. Ji ber ku Talîbanê dixwest em bitirsin û neyên qursê. Armanca wan ev bû. Me jî soz da ku em ê li dijî hemû hêzên zilmkar, jiyana xwe bi hêvî û azadî bidomînin.”