Di erdhejê de wendahî gihîşt 48 hezar û 448’an

Li gor daxuyaniyên fermî hejmara kesên ku di erdheja navend Mereşê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 48 hezar û 448’an.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê ya li navend Mereşê de qewimî û bandorê li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, her ku diçe zêde dibe.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezîrê Karê Derve ya dewleta Tirk Suleyman Soylu û Wezîrê Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy ve hat kirin, hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 48 hezar û 448’an.