Di bin banê Baroya Wanê de Navenda Mafên Jinan hat vekirin

Parêzer Mariye Borazan ku di vekirina Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê de axivî, wiha got: “Em hedef dikin ku li dijî her cure tundiyê riyên hiqûqî bi kar bînin û pêşî li pêkanîna polîtîkayên bêcezakirinê bigrin.”

Navenda Nûçeyan - Baroya Wanê, li Edliyeya Wanê Ofisa Şêwirmendiyê ya Navenda Mafên Jinan vekir. Namzeda Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kûrt, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras, gelek parêzerên endamên baroyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn.

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Mariye Bîldîrîcî Borazan di daxuyaniya beriya vekirinê li ber edliyeyê hae dayîn de axivî, bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û wiha got: “Ji bo ku li herêma em lê dijîn, li dijî binpêkirinên mafan ên li hemû cîhanê tên jiyîn bi hev re dengê xwe bilind bikin, em girîngiyê didin vê rojê.”

‘Ji bo mafên hemû jinan em li qadê ne’

Mariye Bîldîrîcî Borazan diyar kir ku weke Navenda Mafên Jinan, armanc dikin bi mezinkirina çalakiyan li dijî bûyerên tundî, zayendî û tecawizê yên li Wanê diqewimin, hemû jinan bikşînin qada têkoşînê û li dijî her cure tundiyê bi bikaranîna riyên hiqûqî, pêşî li polîtîkayên bêcezakirinê bigrin û ji bo mafên hemû jinan li qadan in û got: “Weke Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê li dijî her cure tundiyê ji serlêdanan re vekirîne. Em radigihînin ku li dijî tundiya kesên bi unîforma, her cure tundiya li ser xwişkên me yên penaber, êrişên li ser mafên ên bi Peymana Stenbolê tên parastin em ji serlêdanan re vekirî ne. Em hemû jinên ku di dema şer de herî zêde êş kişandine, rastî êrişa zayendî hatine û ji nedîtî ve hatine, jinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine çewisandin û bi tunehesibandina vîna wan, wan qetil dikin û xwişkên me yên li Rojava û Filistînê bi hezkirin û hevgirtinê hembêz dikin.”

Piştî daxuyaniyê. Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê vekirin. Di vekirinê de parêzer Rabîa Ozgokçe axivî û da zanîn ku ji sala 2011’an ve weke baro piştgiriya hiqûqî didin hemû jinên tundî li wan hatiye kirin û anî ziman ku helwesta li dijî tundiyê girîng e.