Jinên Sûryan bi meşekê 8’ê Adarê pîroz kirin

Yekîtiya Jinên Sûryan a Sûrî li Hesekê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek girseyî li dar xistin.

Hesekê – Li bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye di çarçoveya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Yekîtiya Jinên Sûriyan a Sûrî meşek li darxistin. Meşvanan alên Yekîtiya Jinên Sûriyan û pankartên ku li ser nivîsa ‘Berxwedana jinan qeyd şikandin û dengê xwe bilind kirin’ hilgirtin.

Meş li ber navenda Akademiya Beytnehrên a jinên ciwan ya taxa Nasra destpê kir û li ber qada Şehîd Athro bi daxuyaniyek bi dawî bû.

Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniya bi zimanê Sûriyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Sûryan Sofiya Yosif ve û daxuyaniya bi zimanê erebî jî ji aliyê Seroka Yekîtiya Jinên Sûryan a Sûrî Îlham Mitlî ve hate xwendin.

‘Emê bi yekîtiya planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “8'ê Adarê ji bo me jinên Sûryan weke rojek dîrokî ye. Ev roj roja hemû jinan e. Pêşketinên ku îro jin bidesxitiye berhema ked û berxwedaniya jinan a di aala 1857 an de ye. Îro rêxistinbûyîn û yekîtiya jinan ji hemû pilanên dagirkirî û hişmendiya mêr re bersîvek e. Emê bi yekîtiya xwe planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin û hemû jinan azad bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.