“Di 83 gorên komî de bi hezaran şehîd hene”

Bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî bênavber çalakiyên cur be cur li dar dixe.

Şengal- Duh di demjimêr pêncan de meclisên gel û endamên sazî û dezgehên Şengalê ji bo bîranîna şehîdên fermanê berê xwe dan gorên komî yên li Nehya Tilizêr, gundê Siba Şêx Xidir, Girzerik û Cidalê. Di merasima bîranînê de deqeyek rêz hat girtin, ji bo rihê şehîdan, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan berdevka Saziyê Pakîze Celal axivî.

Pakîze Celal di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên fermanê bi bîr anî û bi van hevokan dest bi gotinên xwe kir: “Ev 8 sal in li derdora Şengalê bi dehan gorên komî hene ku heya niha hikumeta Iraqê erkên xwe bi cih neaniye wan goran venekiriye yên vekirine jî heya niha tu agahî ji wan nîn e. Em weke civaka Êzidî dixwazin ev gorên komî bên vekirin ji bo dilê me kêm jî be rihet bibe.”

“Em ê tola fermanê bistînin”

Pakîze Celal di berdewamiya gotinên xwe de qala meha Tebaxê kir û wiha nirxand: “Ji bo me ev meh bi temamî meheke reş e ne tenê 3’ê mehê tevahiya mehê wiha ye ji ber ku piştî fermanê jî dewleta Tirk bi dehan caran êrîşê zarokên me kir ji bo wê tevahî rojên vê mehê ji bo me reş in. Lê em weke dayikên Şengalê weke civaka Şengalê, tevahî şehîdên fermanê weke zarokên ji mala xwe dibînin em ê ji bo wan heya dawiyê têbikoşin heya em bikaribin sûcdar û hevkaran darizînin. Weke civaka Êzidî çi dibe bila  bibe em ê li ser riya Tawisê Melek bi heqiyê bimeşin û em dibêjin şehîd namirin hol hola Tawisê Melek e.”

“Divê cîhan bi erka xwe rabe”

Yek ji kesên malbatên şehîdên di gorên komî yê li gundê Siba Şêx Xidir, Nesrîn Hisên bang li tevahî mirovahiyê kir ku her kes bi erk û berpisyariyên xwe rabe û wiha bi lêv kir: “Civaka Êzidî tiştek ji cîhanê naxwaze tenê em dixwazin van gorên komî yên li Şengalê vekin û der barê windahiyên xwe bizanin lê kesek erkên xwe pêk nayne ji bo wê ye ku ev 8 sal in em bê rawestan bang dikin. Divê her kes bi wijdan be û erkên mirovahiyê bi cih bîne.”

 “Em li pey doza şehîdên xwe ne”

Dayika bi navê Wethê Murat jî diyar kir ku fermanên heya niha li ser civaka Êzidî hatine meşadin, ji ber bawerî û çanda wan bûye û got: “Îro me berê xwe daye Sîbaya xwe ya birîndar, ji bo em şehîdên xwe yên di gorên komî de bi bîr bînin û ji bo em li vir dubare qala ferman û xiyanetê bikin. Em ê heya dawiyê li pey doza şehîdên xwe bin û em tu carî wan ji bîr nakin em tu carî ferman û xiyanetkaran ji bîr nakin.”

“8 sal in ferman didome”

Ciwana bi navê Xezal Xelef jî bi van gotinan nêrînên xwe anî ziman: “Ev heşt sal in her dem li ser me ferman e civaka me tê koçberkirin li kampan her roj ferman tê serê civakê li Şengalê her dem êrîş hene em bang dikin ku gelê me bibe yek, mezin û pêşengên civaka me jî bi hev re kar û xebatê ji bo civaka xwe bikin. Em dixwazin gorên komî bên vekirin, keç û zarokên me yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de bên rizgarkirin û em jî bigihîjn mafên xwe.”

“Divê gelê me xwe bihêz bike”

Xezal Xelef di dawiya gotinên xwe de qala zehmetiyên civakê kir û wiha got: “Civaka me dixwaze vegere gundên xwe û ji nû ve ji bo xwe gund û warên xwe lê li wan gundan hestiyên xizmên me di gorên komî de ne. Gelo li cîhanê mînakên wiha hene. Em bagn dikin ku gelê me xwe bi hêz bike. Kesek ji me re nake ger em ji xwe re nekin kes nake ji bo wê bila civaka me bibe destek û dengek û ji bo mafên xwe têbikoşe.”