‘Cîhan wê bibe şahîdê hejmarek zêde ya mirinê’

Wezareta Tendirûstiyê ya Filistinê ya li Xezayê, hişyarkir ku ji ber êrişên Îsrailê û astengiyan, alîkariya mirovî nagihîje bakûrê Xezayê, wê mirinên ji ber birçîbûnê zêde bibin.

Navenda Nûçeyan- Daneyên herî dawî yên derbarê êrişên Îsrailê ên li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên hatine qetilkirin herî kêm 13 hezar û 500 jê zarok, 9 hezar jin jî di nav de bû 31 hezar û 112. Hejmara birîndarên Filistinê weke 72 hezar û 760 kes hate îfade kirin. Dibin xirbeyan de hîna bi hezaran mirî hene û ji ber êrişan kes nikare xwe bigihînin cenazeyan. Li aliyê din saziyên perwerde û nexweşxaneyên ku xelkê xwe sipartine tên hedefgirtin û bînesaziyên sîvîl jî tên tehrîb kirin.

Ji derveyî topbarana Xezayê, ji ber astengiyên gihandina alîkariya li herêmê mirinên ji ber birçîbûnê jî destpê kir. Di roja yekem ya meha Remezanê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan re li Zîvala Xezayê hejmara kesên ku ji ber xela û birçîbûnê weke 27 kes hate ragihandin. Netewên Yekgirtî (NY) hîşyarkir ku li Zîvala Xezayê 2,2 milyon kes li beramberî metirsiya xelayê re rû bi rûne. Di heman demê de berdevkê şaredariya Xezayê Husnî Mehna di daxuyaniya dawî dayî de diyarkir ku ji ber Îsrailê Xezayê ber bi tînbûn û birçîbûnê ve dibe, qeyrana mirovî dijwar bûye  asta avê ya ku serê her mirovekê 90 lître digihêje, daketiye 2 lîtreyan.

Ji wezaretê daxuyanî

Derbarê qeyrana av û birçîbûna li herêmê daxuyaniya herî dawî ji Wezareta Tendirûstiya Filistiê ya li Xezayê hat. Di daxuyaniya derbarê kesên li Xezayê ji ber birçîbûnê mirine de da zanîn ku li bakûrê Xezayê ji bejahî gelek kêm alîkariyên mirovî gihîştiye û ev jî kêm e û got: “Cîhan wê di rojên pêşiya me de bibe şahîdê hejmarek zêde ya mirinê ji ber birçîbûnê.” Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê kir ku ji ber kêmaniya alîkariyan dê gelê li bakûrê Xezayê tune bibe. Bal kişand ku Filistiniyên li benda alîkariyê ne ji aliyê Îsrail ve tên bombabaran kirin.

‘Asta kêm ya xwarinê dibe bibe sedemê mirinan’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Îsarail Filistîniyên ku bê av û bê xwarin hiştiye topbaran kirina wan ji xwe re weke asayî kirin û destnîşan kir ku civaka navnetewî li vê yekê temaşe dike û got: “Li Xezayê asta kêm ya xwarinê dibe bibe sedemê mirinan.” Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku gelê li bakûrê Xezayê ji mirina birçîbûnê rizgar bikin.