Ji bo Zerîfe Yaqûbî kampanyaya azadiyê hat destpêkirin
Çalakvanên mafên mirovan bi kampanyayeke ku li ser Twitterê dane destpêkirin bang li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kirin û daxwaza azadkirina çalakvan Zerîfe Yeqûbî û hevalên wê yên ku ji aliyê rejîma Talîbanê ve hatine girtin, kirin.
Navenda Nûçeyan – Komek ji çalakvanên sivîl û mafên jinan piştî ku Talîbanê hejmarek ji çalakvanên sivîl ku Zerîfe Yeqûbî jî di nav de ye girtin li ser tora dîjîtal ya Twitterê kampanyaya #FreeZarifaYaqoubi dest pê kirin.
Zerîfe Yeqûbî, çalakvana mafên jinan ku beşdarî di xwenîşandanên dawî yên jinan li Kabulê kiribû û ji bo mafên jinan têdikoşiyabû, 3’ê Midarê li gel hejmarek ji çalakvanan hat girtin. Der barê çarenivîsa Zerîfe Yaqûbî de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin. Gelek aktîvîstên mafên jinan û welatiyên Afganî ji tirsa ku Talîban bi bêdengiya xwe zirarê bide van çalakvanan, ji bo azadkirina wan li ser Twitterê kampanyayek dan destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de çalakvanan û raya giştî bang li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kirin û daxwaz kirin ku ji bo azadkirina Zerîfe Yeqûbî û hevalên wê pêngavên pêwîst bigirin.