“Saziyên navneteweyî ji bikar anîna çekên kîmyewî berpirsyar in”

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker nirxand û got: “Dewleta tirk li hemberî berxwedana şervanên azadiyê têk çûye ji bo wê berê xwe daye bikaranîna çekên kimyewî.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dewleta tirk li her derê êrîşên xwe yên bêserûber teknîka herî giran li dijî gelan û azadîxwazan bi kar tîne. Her wiha kîna binkeftinên xwe li ser axa civakan derdixe bi rengekî ku tu rêzdariyê ji zagonên şeran re nagire.

Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên êrîşên hovana yên dewleta tirk li ser herêmên parastina medyayê nirxand.

“Li hemberî berxwedana şervanan bêçare maye

Jiyan Hisên êrîşa dewleta tirk bi çekên kîmyewî li ser herêmên parastina medyayê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Weke tê zanîn ev 6 meh in dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovana li ser herêmên parastina medyayê û şervanên azadiyê ranewestandiye û herî dawiyê jî bûyera berî çend rojan bi çekên kîmyewî ku di encamê de 17 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan bi dîmen hat weşadnin. Em dibînin dema ev êrîş çêdibin tê wateya ku dewleta tirk di gelek aliyan de binketiye ji bo wê li hemû herêmên Kurdistanê şerekî demdirêj dest pê kiriye. Wekî din li hember berxwedana şervana tu çareya wê nemaye ji bo wê berê xwe daye bikaranîna van çekên kîmyewî û êrîşên hovane pêk tîne. Şervanên azadiyê zarokên vî gelî ne û ji bo parastina tevahî Kurdistanê di nava têkoşînê de ne. Em weke gelê Kurd bi vê bûyera hovana pir êşyan lê em her di baweriya vîna xwe ya xurt de ne û gelê Kurd bi van kiryarên hovane tune nabe. Ev kiryarên niha dewleta tirk li ser herêmên parastina medyayê dike bi tu awayî nayên qebûlkirin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin heya planên dijminan li ser Kurdistanê têk bibin.”

“Dewleta tirk di hundirê xwe de jî şerekî dijwar bi civakê re dijî”

Jiyan Hisên destnîşan kir li ser krîzên dewleta tirk ên hundirîn û bandora wê li ser şer û êrîşên derve û wiha domand: “Dewleta tirk ne tenê êrîşî çiyayên Kurdistanê dike lê belê li seranserî herêmên Kurdistanê bi hemû parçeyên wê şerekî dijwar heye. Dewleta tirk di hundirê xwe de jî şerekî dijwar bi civakê re dijî hem di aliyê kirîza aborî de, hem di aliyê hilbijartinan de ku tu kes ji gelê civaka tirkiyê li derdora dethilatdariya wê nema ye. Girtîgeh tijî mirov in, bajar vala dibin ji gel, êdî gel koçberî welatên derve dibe ji bo wê tu dostên dewletê di nav civakê de nemane. Wê dewleta tirk çawa vê yekê vegerîne bi dagirkerina herêmên derveyî welatê xwe vê yekê bicih tîne her wiha çeteyan û terorîstan li derdora xwe kom dike. Her wiha dewleta tirk ji berxwedana gelê Kurd pir ditirse û mînaka wê ya berbiçev Rojavayê Kurdistanê ye û berxwedana şervanên azadiyê li herêmên parastina medya ye. “

“Zagonên navneteweyî di pratîkê de tu rastiya wan tune ye

Jiyan Hisên bal kişand ser bêdengiya civaka navnetewî ji bo bikaranîna dewleta tirk ji çekên kîmyewî re û wiha pêde çû: “Bikaranîna çekên kîmyewî di tevahî cîhanê de qedexeye û peymana wê hatiye nivîsandin, lê her em dibêjin zagonên navnetewî tenê nivîsên li ser pelan e û di warê piratîkê de tu rastiya wê tune ye. Her wiha dema mijar dibe kurd hemû cîhan bê deng dimîne û tu helwestên cidî nayên dîtin. Dewletên navnetewî bi xwe van çekên kîmyewî derbasî dewleta tirk dikin da pê civakan qirbikin. Gelê me li welat û derveyî welat li ser piyan e û van kiryarên hovane şermezar dikin, dîmenên komkujiya bi êş li ser ragihandinê diyar in û li ber çavê her kesî ne. Bila êdî cîhan ji bêdengiya xwe derbikeve û bihêlin Kurd aram bijîn.”

“Pêwîst e komîteyeke lêpirsînê biçe cihên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn”

Jiyan Hisên bang li civaka Kurd kir ku li qadan bin, xwedî li şervanên azadiyê derbikevin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e gelê me li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat xwedî li şervanên xwe derkeve, me dîsa 17 lehengên xwe oxir kirin ji bo wê em ê her li qadan bin. Em ê li qadan bin heya komîteyeke lêpirsîne der barê bikaranîna van çekan de bê avakirin û dewleta tirk bi ber sûcên ku dike bê cezakirin.”