Pirsgirêkên tendûristî yên jinan û çareserkirina wan hat nîqaşkirin

Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî bipêş ket û bi pêşengiya jinan mezin dibe, jin di qada tendûristî de jî xwedî li şoreşê derdikevin, çareserkirina pirsgirêkan û her wiha li ser tenduristî û tiba alternatîf nîqaş kirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Meclisa Tenduristî ya Kongra Star ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku ji Weqfa Jin, Jinwar, Komîteyên Tenduristî, Desteya Jin û Heyva Sor a Kurd pêk tê, 20’ê Cotmehê bi armanca pêşxistina tiba xwezayî û belavkirina hişmendiyek bi tendurist komcivîna xwe ya salane li dar xist. Di komcivîna ku li navenda Kongra Star a Hesekê hat lidarxistin de Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê, Komîteya Perwerdê a Kantona Hesekê jî amade bûn.

Di komcivînê de li ser bipêşxistina tiba xwezayî û di warê hişyarkirina civakê ya li ser tendûristî de nîqaşên girîng hat meşandin. Berdevka Meclisa Tenduristî a Kongra Star Hiba Ebid Elah û Endama Komîteya Tiba Xweazyî a Kongra Star ya Helebê Şiraz Silman der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

“Xweşikbûn, xweşikbûna zanebûnê ye”

Hiba Ebid Elah destnîşan kir ku armanca vê xebatê avakirina civakek bi tendûrist e û wiha got; “Di vê demê de hêzên desthilatdar tenduristî wekî amûrekê ji bo qezenckirina pereyan dibînin û li pêş dixin. Di riya jinan de ev hişmendî didin avakirin da ku li gorî zihniyeta mêr a serdest pêk bê û di riya şerê teybet de gelek jin ketine bin bandora wê. Wekî Meclisa tenduristî ya Kongra Star armanca me ya sereke belavkirina hişmendiyek tendurist e ku tê de civakek bi tendurist were avakirin. Xweşikbûn, xweşikbûna zanebûnê ye, êdî em kom bûne da ku em bi hev re vê hişmendiyê di nava civakê belav bikin û her kes xwedî li tenduristiya xwe derkeve.”

“Armanca me lêvegera civaka xwezayî ye”

Endama Komîteya Tiba Xwezayî ya Kongra Star ya Helebê Şiraz Silman, balkişand li ser girîngiya pêşxistin û lêvegera tiba xwezayî û wiha got; “Di civaka xwezayî de jin ji xwezayî derman keşif kir, gelek jin ji bo keşfkirina dermanan û bi armanca qezenckirina civaka xwe, ji nexweşiyan jiyan xwe ji dest dan. Ji ber ku dema keşfkirina dermanan despêkê li ser xwe diceribandin. Civaka xwezayî civekek saxlem bû  bi ked û fedekariya jinan hat li pêş xistin. Lê dema tebeqat hatin avakirin û sîstemên desthilatdar civakê bi rêve birin, ew civak dûriyê xwezayê çû, di riya dermanên kîmyewî û hwd ilac ji nexweşiyan re peyda kirin. Lê mixabin dermanên ku hatin pêşxistin bandorek wê neyînî li ser tenduristiya mirovan heye. Tiba xwezayî tu bandora wê neyînê li ser tenduristiyê tune ye. Hêzên desthilatdar xwe li ser hisabê tenduristiya civakê xwe didin avakirin û aboriya xwe xurt dikin. Lê rast ew e ku tenduristî xebatekî exlaqî û wicdanî ye, pêwist e dûrî berjewendî û qezenckirina pereyan ba lê mixabin ev yek pêk hatiye ji ber ku ji destê jinan hatiye derxistin. Wekî komîteya tiba xwezayî armanca me ya sereke lêvegera civaka xwezayî ye û pêşxistina tib û hişmendiyek tendurist da ku civakek bi exlaq û tendurist were avakirin. Her kes li hemberî tenduristiya xwe berpirsyar e lewma erka her kesî ye ku xwedî li tenduristiya xwe derkeve.”

“Êrîş li ser laşê jinan tê kirin”

Şiraz Silman a qala êrişên ku di qada tendûristî de li ser jinan tê meşandin kir û wiha pêl da axaftina xwe; “Hêzên desthilatdar bi belavkirina hişmendiya xwe ya qirêj ku jin ji bo zilam xwe xweşik bike ew jî bi riya rêzefilim û reklaman dide belavkirin. Pêwiste em rê li ber vê hişmendiyê bigrin da ku civaka xwe ji xeteriyê xelas bikin. Li ser laşê jinan dixwazin sûd bigrin û civakê ji hev bixişînin. Em ê bi pêşxistina perwerdeyan li ser esasê hişmendiyek tendurist hişmendiyek azad ku herdû zayendan jin û mêr wekhev were dîtin û rê li ber sûdgirtina pereyan li ser hisabê tenduristiya civakê bigrin. Îro di civaka me de emeliyê qeyserî zêde bûye, lê em vê emeliyê xeter li ser laşê jin dibînin û ya baş xwezayî zaroka xwe bîne. Ev êrîşeke ku li dijî laşê jin pêk tê, li ser laşê jinan gelek berjewendiyên xwe yên aborî pêk tînin.”