Dewleta tirk êrişî Til Temirê kir: Welatiyek jiyana xwe ji dest da, 2 jê jin 4 welatî birîndar bûn

Îro di saet 07:00'an sibehê de, dewleta tirk a dagirker bê navber çend gundên navçeya Til Temirê topbaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 jê jin 4 hemwelatî birîndar bûn, hemwelatiyek jiyana xwe ji dest da.

Hesekê - Dewleta tirk a dagirker piştî ku nikarîbû erêkirina êrîşeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike, bi dijwarî gundwaran topbaran dike. Îro serê sibehê di saet 07:00'an de dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Tewîla û Mezreya li Til Cûma yê ku rojavayî navçeyê, her wiha gundê Til Şinan ê aşûrî bakurî navçeyê û li ser rêya M4 dikeve her wiha Qesra Tomayêlda ê gundê Xêbiş rojavayî navçeya Til Temirê dikeve topbaran kir.

Di encama topbaranê de 4 kes birîndar û hemwelatiyek jiyana xwe jidest da. Wedha Çîçiya Bûomer a 70 salî û Raciha Yasîn El-Minêtî birîndar bûn.

Birîndar li nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê hatin dermankirin û paşê rakirin nexweşxaneya Gel a Hesekê.