Şêniyên Kobanê li dijî bêdengiya Rûsyayê ber bi baregeha wan ve meşiyan

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê ber bi li ber balafirxaneya hêzên Rûsyayê ya li navçeya Sirîn a Kobanê ve meşiyan.

Kobanê - Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, li dijî gefxwarinên êrîşê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina bêdengiya Rûsyayê ku yek ji dewletên garantor e, li ber balafirxaneya hêzên Rûsyayê ya li navçeya Sirîn a Kobanê çalakiyek lidar xistin û di heman demê de  şandeyek jî  li ser navê şeniyên Kobanê derbasî bargeha leşkerên Rusya ye bûn. Hevdîtina şeniyên Kobanê û leşkeren Rûsya nêzî seatek berdewam kir.

Şandeyek ku ji Hevseroka Meclîsa Malbatê Şehîdan Eyşe Efendî, Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê  Mihemed Şahîn û Hevseroka Encûmena Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewziyê Ebdî li ser navê xwepêşanderan bi şandeya Rûsan re civiyan. Piştî hevdîtinê li ser navê şandeyê Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto endamên hevdîtinê ji raya giştî re ragihand.

Mûstefa Îto di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi rojan e gelê sivîl hedef digire û got:"Ew dewletê garantor yên ku ji bo parastina mafên mirov dikin. Gelê me li ber balafirxaneya Rûsyayê dijî êrîşên ku rojan e ku li ser gel tê kirin nerazîbûna xwe nîşan didin. Bersîvên wan ji me re, ew e; emê daxwaza gel bi cih bînin û li dijî van êrîşên ku tên kirin bisekinin.”

“Em ji tu kesî natirsin ev ax, axa me ye”

Endama Meclisa Malbata Şehîdan Cîhan Bozan diyar kir ku ew weke gelê vê herêmê têkoşîna xwe bilin bikin û wiha got: “Dewleta Tirk ji me kurdan çi dixwaze her roj balafirên xwe yên bê mirov keç û xortên me şehîd dixin. Em ji bo Rûsya alîkariya me bike ne li vir in, em ji bo ku Rûsya bi erka xwe rabe, piştgiriyê nede van êrişan û  êrîşan li ser me qebûl neke, li vir in. Ger erkê xwe pêk nayne li vir çidike. Em wek Kurd destê xwe bidin hev û bihevra şoreşa xwe bi ser bixin. Em tu kesî natirsin ev ax, axa me ye.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.