Jinan ji ber kiryarên Talîbanê çalakî lidarxistin

Li Afganistanê komek jinan li dijî girtina dibistanên jinên ciwan çalakî li dar xistin û diyar kirin ku di heyama 320 rojan de, zarokên keç ji pola şeşan jortir ve neçûne dibistanê.

Navenda Nûçeyan – Jinan anîn ziman ku divê cîhan ji girtina dibistanên zarokên keç ên li Afganistanê şerm bike û wiha axivîn: "Talîban gihîşt armanca xwe û jinan ji xwendinê mehrûm kir. Girtina dibistanan û bêparkirina jinan ji mafên xwendin û xebatê dê bibe sedema zêdebûna şîdeta nava malê, zewaca bi darê zorê, xizanî û birçîbûnê. Divê jin ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar nemînin."