Dewleta tirk bi êrîşên li ser binesaziyê rehên jiyana gel hedef digre

Êrîşên dawî yên dewleta tirk ên di 19’ê Mijdara 2022’an de, piranî binesaziya herêmê hedef girt. Di encama van êrişên dagirkeriyê de piraniya stasyonên petrol, gaz, eletirîk, depoyên genim, dibistan û nexweşxane hatin rûxandin.

ROJ HOZAN/EBÎR MIHEMED

Qamişlo-Li Sûriye herêma herî dewlemend a xwedî cihên petrolê û genim dikeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev herêm bi salan e bi berhemdariya xwe pêdiviyên herêmê û tevahî Sûriyeyê di aliyê debara jiyanî de pêk tîne. Bi krîza Sûriyeyê re stasyonên petrolê û cihên stratîjîk bûn hedefa gelek hêzên çekdar, dewletên herêmî û navneteweyî. Her hêzê dixwest li Sûriyeyê xwe bi cih bike û kontrola xwe li ser cihên binesaziya gelê herêmê ferz bike. Ev armancên wiha bi şerê siyasî û çekdarî zêdetir derketin pêş ku her hêzeke çekdar an jî dewleteke hegomon xwest ji Sûriyeyê bibe xwedî par. Her wiha yekemîn dewlet bû ku xwest li Sûriyeyê bibe xwedî destkeftî û diziya ked û axa vî gelî bike. Dewleta tirk êrîşên xwe li ser Sûriyeyê berdewam dike bi taybetî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê carê êrîşa dewleta tirk ji carên berê cudatir bû ku hemû cihên binesaziyê hatin hedefgirtin û zirareke mezin gihîşt. Di vê rapora xwe de em ê li ser armanca dewleta tirk ji hedefgirtina cihên binesaziyê û zirarên ku bi xwe re anî şîrove bikin.

Armancên dewleta tirk di Sûriyeyê de çi ne?

Ji despêka aloziya li Sûriyeyê ve dewleta tirk xwedî roleke girîng bû di kûrkirina aloziyê de. Bi vê yekê ji xwe re firsendek dît ku herêmên Sûriyeyê dagir bike û tevî axa Tirkiyeyê bike. Ger em behsa armancên dewleta tirk di Sûriyeyê de bikin pêwîst e em vegerin dîrokê û lihevkirinên ku li ser vîna gelan hatine plankirin bi bîr bixin. Di sala 1923’an de hevpeymana Lozanê hat îmzekirin dewleta tirk dixwaze berî ev hevpeyman bi dawî be, bibe xwedî destkeftî di hemû welatên Rojhilata Navîn de ku bi riya wê împaratoriya xwe ya Osmanî zindî bike. Dewleta tirk dijminatiya xwe ya dîrokî bi Kurdan re îro di axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dagirkeriyê dixwaze mayinde bike û gelê herêmê ku piraniya xwe Kurd in mecbûrî koletiyê bike.

 Çima bi taybetî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike?

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sînorê dewleta tirk re xwedî cihekî stratejîk e û piraniya aboriya Sûriyeyê ji genim û petrolê ji vê herêmê tê peydakirin ji bo wê dewleta tirk xwe mafdarê yekemîn dibîne ku tê de bibe xwedî qezenc û aboriya dewleta xwe pê xurt bike. Êrîşên dawî yên dewleta tirk ji 20’ê Mijdara 2022’an de piraniya xwe binsaziya herêmê hedef girt. Di encamê de stasyonên petrol, gaz, eletrîk, depoyên genim, dibistan û nexweşxane hatin hedefgirtin. Vê yekê zirareke mezin bi xwe re anî û piraniya cihên hedefgirtî ji xizmetê derketin. Dewleta tirk damarê jiyana gel hedef girt, da wan mecbûrî koçberiyê bike. Li aliyê din bidawîbûna Lozanê nêz dibe ger dewleta tirk cihên binsaziyê yên stratejîk nikaribe di Sûriyeyê de dagir bike wê bêpar ji vê lîstikê derbikeve ji bo wê êrîşên herî dijwar li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin.

Cihên binsaziyê yên di êrîşên dewleta tirk de hatine hedefgirtin û zirarên ku gihîştinê ev in:  

Dêrik

Di şeva 20’ê Mijdarê de dewleta tirk bi sê balafirên şer û du balafirên keşfê stasyona eletrîkê ya gundê Teqilbeqil ê Koçerata girêdayî bajarê Dêrikê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di encamê de zirarên mezin gihîştin cihê stasyonê û eletrîk li ser 30 gundên Koçerata û bajarê Dêrikê bi temamî hat qutkitin. Li aliyê din jî windahiyên canî hebûn ku di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Di 23’ê Mijdarê de dewleta tirk stasyona gazê ya di navbera gundê Girhok û Elîaxa ya girêdayî navçeya Tilkoçer bi balafireke keşfe bombebaran kir. Her wiha di heman dîrokê de stasyona gazê ya gundê Sewêdiyê girêdayî bajarê Dêrikê bi balafirên şer hat topbarankirin û stasyona gazê ya gundê Eleqosê li navçeya Girkêlegê hat topbarankirin. Di encamê de stasyonên gazê ji xizmetê derketin ku ev stasyon ji herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê re cihên bi tenê ne ku gaza gel lê peyda dibe. Di encama vê xerabiyê de gelek alavên tamîrkirina wê li Sûriyeyê peyda nabin û vê yekê astengiyên mezin di aliyê peydakirina gazê de bi xwe re anîn. Di 23’ê Mijdarê de stasyona Dîcle ya petrolê li bajarokê Çilaxa girêdayî navçeya Girkêlegê Kantona Qamişlo bi balafireke keşfê hat topbarankirin û gelek zirarê dît. 

Kobanê

Di dîroka 20’ê Mijdarê de li Kobanê gundê Kaniya Kurdan bi balafireke şer a dewleta tirk hat topbarankirin. Di encamê de nexweşxaneya Koronayê ya ku di dema pêş de ji bo bikaranîna wê weke nexweşxaneya zarokan hatibû pilankirin bi temamî hat rûxandin. Ji bilî êrîşên cuda li ser gund, mal û milk û jiyana welatiyan her wiha dibistanên zarokan hatin xirabkirin.  

Eyn Îsa

Di 22’ê Mijdarê de dewleta tirk stasyona Tirad ya eletirîkê li gundewarên Eyn Îsa topbaran kir di encamê de zirarên mezin gihîştin stasyonê û eletirîk bi temamî hate qutkitin. Her wiha boricê şebeketa Siryatêl li navçeya Kezerî ya Eyin Îsa bi 4 maşokan hate hedefgirtin û rûxandin, di encamê de şebeketa telefûnê li ser temamiya navçeyê û gundewarên wê hate qutkitin.

Tirbespiyê

Di 22’ê Mijdarê de dewleta tirk bi balafireke keşfê stasyona petrolê ya navçeya Tirbespiyê girêdayî Kantona Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir di encamê de stasyon ji xizmetê derket. Li aliyê din stasyona Oda ya petrolê ku mezintirîn stasyon e li herêmê li Tirbespiyê bi balafireke keşfê ji aliyê dewleta tirk ve hat hedefgirtin ew stasyon jî ji xizmetê derket. Her wiha depoyên genim ên ku gel nanê xwe jê peyda dikir li Tirbespiyê bi balafireke keşfe hatin hedefgirtin.

Girê Spî

Di 22’ê Mijdarê de dewleta tirk depoyên genim ên Qiz Elî li gundewarên Girê Spî bi 2 maşokan hedef girt û zirareke mezin gihîşt wir. Her wiha êrîşên cuda li ser gundên welatiyan jî hatin çêkirin.

Qamişlo

Dewleta tirk di 23’ê Mijdarê de derdora zindana Çirgîn û Elaya ya bajarê Qamişlo bi maşokan topbaran kir. Ev zindanên ku çeteyên DAIş dihewînin vê yekê xeteriyeke mezin li ser herêmê bi xwe re anî, ji ber bi êrîşê re çeteyan isyan rakir. Hêzên ewlehiyê dikaribûn isyana çeteyan li wan zindanan kontrol bikin.

Hesekê

Dewleta tirk di 23’ê Mijdarê de bi balafirên şer kampa Holê ya Kantona Hesekê ku xetertirîn kamp e malbatên çeteyên DAIş’ê dihewîne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir. Di encamê de hêjmarek ji endamên Hêzên Ewlehiyê li kamapa Holê şehîd bûn. Her wiha 6 malbatên DAIş’ê yên ku xwestibûn di encama êrîşê de birevin hatin girtin. Li aliyê din jinên DAIş’î yên radîkal xwestin isyanê li kampê derxin lê Hêzên Ewlehiyê dikaribûn tevî windahiyên canî di nava hêzên wan de rewşê kontrol bikin.