Parêzer Xedîce Îbrahîm: Divê asta têkoşînê bê bilindkirin

Parêzer û Berdevka Desteya Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî, bal kişand berpirsiyariyên CPT û got ku li dijî tecrî divê têkoşîn bê bilindkirin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Abdullah Ocalan ku di sala 2019’an de piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan belavbû bi parêzerên xwe re 5 hevdîtin pêk anî, bi qedexeya parêzeran ya di 27’ê Tîrmeha 2011’an û heya roja meya îro berdewam dike re rû bi rû ye. Bi Abdullah Ocalan re ku herî dawî hevdîtina malbata wî jî hat astengkirin, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de hevdînek telefonê hat pêkanîn, lê hat ragihandin ku ev hevdîtin jî qut bûye. 20 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Şert û mercên tecrîdê di her firsendê de tên ser ziman, serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) fikarên cuda jî bi xwe re anî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ew bihîstine ku Abdullah Ocalan derneketiyê hevdîtina bi CPT re.

Têkildarî van geşedanên dawî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parêzer û di heman wextê de Berdevka Desteya Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm nêrîna xwe anî ziman.

‘Hemû dewletên navneteweyî ji ber tecrîdê sûcdar in’

Xedîce Îbrahîm destnîşan kir ku hemû dewletên navneteweyî ji vê tecrîdê berpirsyar in, rê didin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir bibe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev çend sal in ku Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Ne tenê dewleta Tirk di komploya li ser Rêber Apo de cihê xwe digre lê belê hemû dewletên navneteweyî di vê komployê de cihê xwe digrin. Bêguman tiliya gelek dewletên hegemon di vê tecrîda girankirî de heye. Dadgeha ku ji bo Rêber Apo hat danîn, dageheke bê-edalet bû heta roja îro ev tecrîd tu têkiliya wê bi zagonên mirovî re tune ye.”

‘Cezayên disiplînê û binpêkirina mafên Rêber Apo’

Xedîce Îbrahîm bal kişand ser planên dewleta Tirk ên qirêj ku bi rengê cezayên disiplînê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin meşandin ji bo wî ji mafê hêviyê qut bikin û got: “Li gorî tevahî zagonên navdewletî û mafên mirovan, ev tecrîd sûc e li dijî mirovahiyê, li ser girtiyekî siyasî ewqas tecrîd li ser bê ferzkirin. Di heman demê de wekî cezayên binpêkirina rûmeta mirovan tê destnîşankirin. Helwesta dewletan fediyok e û nabe bersiv ji bo sûcên ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo pêk tîne. Li aliyekî din jî ev nêzî du salan e ku dewleta tirk ji sê mehan carekê cezayên disiplînê li Serok Apo dibire bêyî ku parêzerên wî agahdar bike da ku lîstikên xwe yên qirêj bibe serî û wî ji Mafê Hêviyê qut bike. Ji ber ku li gorî zagonên Tirkiyeyê ger kesê girtî cezayên disiplîne bixwe dê ji Mafê Hêviyê were qutkirin.”

‘Qebûlkirina doza li dijî Yûnanistanê gaveke erênî ye’

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku her çiqas dereng mabe jî qebûlkirina doza Rêber Apo ya li dijî Yûnanê vekiribû, gaveke erûnî ye û wiha pê de çû: “Sûcê herî mezin di komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo de; sûcê dewleta Yûnanistanê ye ji ber ku Kenyayê Rêber Abdullah Ocalan da girtin û radestî dewleta Tirk kir, ji lewre Rêber Apo doz li Yûnanistanê vekir û ev doz ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hat qebûlkirin. Qebûlkirina vê dozê gaveke erênî ye, bi taybetî ji bo me wekî Desteya Parastina Rêber Ocalan ji ber ev xal dibe alîkar bi me re. Çiqas ev qebûlkirin dereng jî mabe, bendewariya me heye ku encameke baş bi xwe re bîne. Bi rastî jî ev gava erênî bi keda her kesê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tevdigere, her kesê ku ji wî hez dike pêk hat. Di heman demê de bi saya keda Tevgera Azadiyê û şehîdan e.”

‘Wê azadiya Rêber Apo misoger bibe’

Xedîce Îbrahîm bang li gel kir ku asta tekoşîna xwe bilind bikin ji bo rakirina tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Wê kar û xebatên me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo neyên rawestandin. Em nikarin ji saziyên navdewletî yên hiqûqî zû bi zû sûdê bigrin lewma dibe ku armanca me hinek dereng bimîne. Ji ber vê yekê lazim e ku em hêviya xwe qut nekin, hêviya me mezin e, di dawiyê de encameke baş dê were girtin û dê azadiya Rêber Apo misoger bibe. Gere gelê me bi helwesteke xurtir tevbigere ji bo daxwaza azadkirina Serok Apo û çalakiyên hîn bihêztir werin lidarxistin. Pêwîst e em asta tekoşînê bilind bikin.”