"Destûra ku hatiye pêşniyarkirin azadî û destkeftiyên jinên Tûnisî dixe metirsiyê"

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê diyar kir ku destûra bingehîn a ku hatiye pêşniyarkirin destkeftiyên jinan ên bi têkoşîna bi dehan salan hatine bidestxistin, dixe metirsiyê.

Tûnis - Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, pêşnûmeya destûra bingehîn a ji aliyê Serokkomar Kais Saied ve hatibû pêşniyarkirin, ku wê di 25'ê Tîrmehê de ji bo referandûmê were pêşkêşkirin, xwendina sosyolojîk a femînîst û mafên mirovan pêşkêş kir. Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê diyar kir ku destûra bingehîn a ku hatiye pêşniyarkirin destkeftiyên jinan ên bi dehan sal berê bi dest xistine tehdîd dike.

Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla Zûxlamî da zanîn ku komeleyê li gor referansên gerdûnî yên mafên mirovan û jinan, ji bo amadekirina vê xwendinê di warê hiqûqî û civaknasiyê de terxan kiriye û wiha pê de çû: "Li gorî destkeftiyên makezagona 2014’an ku bêyî têkoşîna tevgera demokratîk û femînîst nedihatin bidestxistin. Divê pêşnûmeya destûra bingehîn a nû bi baldarî were lêkolînkirin da ku mafên jinan ji holê ranebe. Jinên demokrat ji bo parastina mafê hemû jinan a rizgarî û wekheviya tam û bibandor yên ku nifşên femînîst ji bo wan têdikoşin, diparêzin."

“Guhnedana prensîbên bingehîn nîşan dide”

Çalakvana femînîst û profesora sosyolojiyê Fethiya El-Seîdî diyar kir ku pêşnûmeya makezagonê ya nû guhnedana prensîbên bingehîn ên ku makezagonên li cîhanê û Tûnisê li ser hatine avakirin, nîşan dide û wiha axivî: "Pêşnûmeya destûra bingehîn destûrên ku piştî serxwebûnê hatine derxistin paşguh kirin. Nebûna têgîna dewleteke sivîl û demokratîk ji kontrola azadiyan û nebûna saziyên destûrî yên serbixwe ku mafên mirovan garantî dikin. Bikaranîna peyva "civaka hiqûqê" ya li şûna "dewleta hiqûqê", ku têgîneke hiqûqî ye ku ji zimanê qanûnî û destûrî re xerîb e. Veqetandina sepandina peymanên navneteweyî, bi şertê ku ji aliyê aliyên dijber ve bên cîbicîkirin, dikare destûr bide vekişîna peymanên navneteweyî û deriyê vekişîna ji wan veke, ku ev yek paşvekişînek mezin e di warê tevlêbûna di pergala cîhanî ya mafên mirovan de."

“Rasterast li ser azadî û mafên jinan gef e”

Çalakvana Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê Naîma Reqîq tekez kir referandûma bi awayekî yekalî hatiye nivîsandin û wiha anî ziman: "Civaka sivîl tevî rola xwe ya bi dehan salan a di avakirina dewleteke sivîl û demokratîk de, ji aliyê serokkomar ve nehatibû berçavgirtin. Destûra bingehîn a ku hatiye pêşniyarkirin li gorî destûra 2014’an, ku diviyabû zêdetir li gorî guhertinên ku gelê Tûnisê jiyane, bihata pêşxistin, gelek paşketiye. Destûra Bingehîn a 2014'an a Tûnisê wekheviya di navbera zayendan de bi dest xist, ku ev yek destkeftiyek femînîst e. Ev destûra ku hatiye pêşniyarkirin rasterast gef e li ser azadî û mafên jinan."