Ala El-Qetrawî xelata dîwana helbestan ya herî baş a sala 2022'an wergirt

Înîsiyatîfa "Huna El-Kenaniyat" bal kişand ser destkeftên helbestvan Ala El-Qetrawî ji bo bidestxistina wê ya xelata baştirîn dîwana helbestan a sala 2022’an a di kategoriya ciwanan de.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Navenda Kenaniyat xebatên xwe yên ji bo balkişandina li ser rola jinan û afirîneriya wan di asteke berfireh de li hemû welatên erebî û biyanî didomîne. Navenda Kenaniyat ji bo ronîkirina destkeftî û şarezayiyên jinan di hemû waran de dixebite. Navenda Kenaniyat bi hevkariya Navenda Malezyayê, însiyatîfek bi sernavê "Huna El-Kenaniyat" bi serperiştiya Dezgeha Giştî ya Ciwanan û Çandê li dar xist û di vê însiyatîfê de şahiyek ji bo pîrozkirina helbestvan Ala El-Qetrawî ji bo bidestxistina wê ya xelata baştirîn dîwana helbestan a sala 2022’yan a di kategoriya ciwanan de, pêk hat.

Serokê Lijneya Rêvebir a Navenda Kenaniyat Kîfah El-Xesîn got ku çalakiya yekem a înîsiyatîfê ji bo pîrozkirina nivîskar Ala El-Qetrawî hat lidarxistin û wiha pê de çû: "Em her gav hewl didin ku balê bikşînin ser tiştên ku jin pêşkêşî dikin, bi dest dixin û wan bi nirx û rûmet ji bo keda wan pîroz bikin. Kenaniyat bi salan şahidê hemû serkeftinên jinên Filistînî bûn. Divê em bala xwe bidin ku rola jina Kenanî bi rengekî berfireh ronî bikin, ango ne tenê jinên Filistînî, jinên ereb û biyanî jî. Di rojên bê de, dê gelek çalakî ji bo rêzgirtina jinan bên lidarxistin da ku em balê bikşînin ser çalakî û destkeftên wan."

Nivîskar Ala El-Qetrawî anî ziman ku ev xelata herî baş e ku wê wergirtiye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez spasdar im ku min navê Filistînê bi giştî û jinên filistînî bi taybetî di forum û pêşbirkên navneteweyî de hilgirtiye. Jina Filistînî tevî dorpêçî û neheqiya ku li ser vê xakê dikişîne serketinên mezin bi dest dixe. Di dîwana min de gelek serpêhatiyên mirovî û netewî hene."