Li Xezayê 13 hezar û 430 zarok jiyana xwe ji dest dan

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 13 hezar û 430 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê 151 roj in berdewam dikin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya Xezayê ve hat dayîn de der barê herêmê de agahiyên dawî hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê ji 7ê Cotmehê heta niha li Xezayê li dijî "mirovên bêparastin, sivîl, zarok û jinan" yên Filistînê 2 hezar û 675 qetlîam kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de 13 hezar û 430 zarok û 8 hezar û 900 jin hatin qetilkirin.

7 hezar kes yan winda ne yan jî di bin xirbeyan de ne

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşan 5 meh li pey xwe hiştiye û ketiye meha şeşan û 7 hezar kes ku ji sedî 70’ê wan jin û zarok in di bin xirbeyan de ne yan jî winda ne. Hat parvekirin ku hejmara miriyên rakirine nexweşxaneyan 30 hezar û 534 û birîndar jî 71 hezar û 920 e.

364 xebatkarên tenduristiyê û 132 rojnameger hatin kuştin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Îsraîla ku sektora tenduristiyê jî kir hedef, li Xezayê 364 xebatkarên tenduristiyê û 48 hêzên parastina sivîl hatin kuştin. Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê de 132 rojnameger hatin kuştin.

Mirov birçî dimînin

Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xelaya ku gelê Filistînê rastî wan hatiye û hat destnîşankirin ku piştî ard, birinc û dexl û her wiha xwarina heywanan a ku gel neçar bûn bixwin, bi taybetî li bakurê Xezayê û Xezayê birçîbûn hîn girantir bûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ketina xurekê ya herêmê hatiye astengkirin û wesayîtên alîkariyê hedef hatine girtin û derbarê polîtîkaya birçîbûnê jî wiha hat gotin; Zexta li ser sivîl, zarok û jinan; Hat balkişandin ku Îsraîl û hevalbendên wî, di serî de DYA û civaka navneteweyî, berpirsê zêdetir ji 700 hezar kesî ye ku li van her du parêzgehan di encama bêewlehiya xwarin, av û dermanan de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniye de hat diyarkirin ku 116 kes di erişa İsraile ya li Xezaye de dema li benda kirina ard bûn in hatine kuştin; Di encama gulebarankirina wesayitek alîkariyê ya dezgeheke xêrxwazî ​​ya Kuweytî li Dêra Belahê de zêdetirî 700 kes birîndar bûne, û 8 kes jî hatine kuştin; Her wiha hat bibîrxistin ku di êrîşa li Kuweyt Junction a li Xezayê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne.

19 sûcên şer kirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî Filistîniyan 19 sûcên şer ên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin hatin kirin û ev jî hêmanên sûcê qirkirinê yên ku di êrîşên li ser Zivala Xezayê hatin kirin de ne.

Zêdeyî 700 hezar kes nexweş ketin

Di daxuyaniyê de teqezî li ser wê yekê hat kirin ku heta niha 2 milyon koçber di sedan navendên penaberiyê de jiyaneke dijwar, zehmet û trajîk derbas dikin û koçber nikarin xwarin, av û derman peyda bikin, ji ber şert û mercên dijwar ên koçberkirinê, nebûna xizmetguzariyên rêxistinên navneteweyî ji penaber û koçberan re zêdetirî 700 hezar kes ji wan nexweşiyên enfeksiyonê ketine

Bang li saziyên navneteweyî hat kirin

Di dawiyê de, rêveberiya Amerîkayê ku "hevkarê dagirkeran e" û her wiha Encûmena Asayişa Navdewletî û civaka navdewletî, ji şerê qirkirinê yê Îsraîlê li dijî Zivala Xezayê û nerawestandina vî şerî berpirsyar hatin dîtin. Bang li wan hat kirin zextê li Îsraîlê bikin ku şerê xwe yê qirkirinê li dijî sivîl, zarok û jinan li Zîvala Xezayê rawestîne, ji ber sûcên wê yên tirsnak Îsraîl were mehkûm kirin û li hemû dadgehên navneteweyî were şopandin.. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku li hemû welatiyên li Xezayê alîkariya, ard û xurek belav bikin û hat xwestin ku li bajarên din jî xebat bên xurtkirin û erzaqê bidin hemû welatiyan.