56 sazî û rêxistinên jin hedefgirtina sê pêşengên Şoreşa Jinê şermezar kirin
56 rêxistin, tevger û partiyên jin, ji aliyê dewleta tirk ve hedefgirtina her sê fermandarên jin ên YPJ û QSD Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan li ber Nûnertiya NY şermezar kirin, nameyek ji bo aliyên pêwendîdar hat xwendin û radestkirin.
Qamişlo - Bi armanca şermezarkirina hedefgirtina her sê fermandarên jin ên YPJ û QSD Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ku di 22’ê Tîrmehê de piştî saetên êvarê ji Foruma Şoreşa Jin bi riya balafireke keşfê ya bêmirov a dewleta tirk jiyana xa jidest dan, îro 56 tevger û rêxistinên jin li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan kirin. Rêxistinên jinan nameyek derbarê mijarê de xwendin û radestî aliyên pêwendîdar kirin.
Nameya ku li ser navê her 56 tevger, rêxistin û partiyên jin hat xwendin, wiha bû:
“Jinên şoreşê yên berxwedêr hatin armanckirin”
“Dewleta tirk, êvara 22’ê Tîrmeha 2022’an, li ser rêya Qamişlo bi balafira bêmirov a bi çek êrîşê seyareyekê kir û di encama vê êrîşê de 3 jinên berxwedêr şehîd xist. Ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê û heman demê Fermandara Giştî ya Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan ku tevlî Foruma Şoreşa Jin bûn, dema derketin rastî êrîşa hovane ya dewleta tirk hatin.
“Dewleta tirk bi şêwazekî pergalî êrişan pêk tîne”
Dewleta tirk her çiqas gefên xwe ji bo destpêkirina operasyoneke nû bi armanca dagirkirina axa me heya niha nekarî bicih bîne jî, bi taybet vê pêvajoya dawiyê êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gurtir kiriye. Balafirên keşfê yên bi çek rojane li ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku di bin kontrola Koalîsyona Hêzên Navnetewî û Rûsyayê de difirin û wek amûrên şerê asîmetrîk tên bikaranîn. Ev êrîşên dewleta tirk sûcên şer pêk tînin. Dewleta tirk, bi şêwazeke sîstematîk û bi armanc mirovên sivîl, amûrên binesaziyên civakî yên wekî navendên av û elektrîkê û avahiyên çandî û olî hedef digre. Gund û warên sivîl bê hişyarî gulebaran dike û di encamê de mirovên herêma me, ji zarokan bigre heta pîr û kalan qetil dike, birîndar dike, malên wan wêran dike.
Heman demê têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin. Di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şerekî ku navê wî nehatiye danîn, tê meşandin. Dewleta tirk li gorî pênaseyên huqûqa şer a navnetewî roja me ya îro şerekî bi gurahiya kêm li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Ev şer wekî şerê êrîşa yek alî, bi armanca dagirkirina hemû axa herêma me û bidawî anîna projeya Civakeke Demokratîk a bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê pêkanîn.
“Dixwazin têkoşîna li dijî DAIŞ’ê lawaz bikin”
Dixwazin têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê lewaz bikin û heman demê pêşî li çareseriya demokratîk a ku jin pêşengiyê jê re dikin, bigirin. Bi vê armancê roja 22’yê Tîrmehê ji pêşengên me yên hêza parastina jin Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hedef girtin. Jiyan Tolhildan wek axaftvan tevlî Foruma Şoreşa Jin ku bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat lidarxistin, bû û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêşxistina hêza xwe parastina jinan. Suîqesta li ser Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan, di rastiyê de bersiva rejîma Tirk a li hemberî serkeftina 10 saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pêşengiya jinê, bi taybet jî YPJ’ê di vê şoreşê ye.
“Em bêdengiya Koalîsyona Hêzên Navnetewî li hemberî sûcên şer ên dewleta tirk qebûl nakin”
Em dewleta Tirk ku li hemberî jin û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê şerekî dijwar dimeşîne, bi tundî şermezar dikin. Em bêdengiya Koalîsyona Hêzên Navnetewî li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk qebûl nakin. Jiyan Tolhildan heman demê weke Fermandara Giştî ya YAT’ê, di Fermandariya Operasyonên Hevbeş de cih digirt. Em li bendê ne ku Koalîsyona Hêzên Navnetewî bi gavên şênber pêşî li sûcên şer ên dewleta Tirk bigre û nehêle qada hewayî ku di bin kontrola wan de ye, ji bo êrîşên li dijî civaka me bê bikaranîn. Ji bo vê em daxwaz dikin ku, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji firîna her cure balafirên şer ên dewleta Tirk re bê girtin.”
Piştî xwendina nameyê, Ji Komîsyonerê Bilind a Netewên Yekbuyî li Sûriyê re,Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî DAIŞ, Hevpeymana Yekbûyî yên Hêzên Karûbar -Tevgera Biryara Gehîn û Fermandariya Navendî ya Hêzên Rûs li Sûriyê re hat radestkirin.
Tevger, rêxistin û partiyên jin ên ku beşdarî vê çalakiyê bûne, ev in:
Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Kesk a Kurdistanê
Kurdistan Liberal Union
Partiya Yekîtiya Suryan
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Elwîfaq a Demokrat a Kurd li Sûriyê
Tevgera Reformê
Partiya Mihafazakar a Demokrat
Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê li Sûriyê
Partiya Koalîsyona Niştîmanî
Partiya Biratiya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
Tevgera Nûjenkirina Kurdistanê
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Desteya Niştîmanî ya Ereban
Yekîtiya Karkerên Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê
Partiya Nûbûn û Demokrat li Sûriyê
Partiya Roj
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
Yekîtiya Jinên Ciwan
Yekîtiya Jinên Parêzer
Yekîtiya Jinên Mamoste
Yekîtiya Rewşenbîran
Mekteba Jin Di Kongra Civaka Îslam de
Komîteya Jin Di Mala Êzîdiyan de
Navenda Lêkolînên Jineolojî
Weqfa Jina Azad
Rêxistina Sara li dijî Tund û Tijî li hemberî Jinan
Rêxistina Şawîşka
Hîlala Zêrîn
Tora Pêşengên Jin a Aştiyê
Tora Demokratîk a Jinan
Yekîtiya Jinên Êzidî li Efrîn
Komîteya Jin di Rêxistina Mafê Mirovan a Cezîrê de
Kongra Star
Yekîtiya Jinên Suryan
Kombûna Jin a Zenobya
Meclîsa Jin li Şehba
Koordînasyona Jin di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de
Pêkhateya Çerkes li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Pêkhateya Çeçen li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Pêkhateya Turkmen li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Pêkhateya Keldan li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Pêkhateya Ermen li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Komîteya Jin a Meclîsa Kesk a Idlibê
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin
Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava
Meclîsa Jinên Sûriyê
Komîteya Jin a Kongra Neteweyê Kurdistanê (KNK) Şaxa Rojava
Mekteba Jin a Meclîsa Sûriyê Demokratîk