Der barê Aysel Tugluk de biryara berdanê hat dayîn

Der barê siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a di Doza Kobanê de girtî dihat darizandin, biryara berdanê hat dayîn. Siyasetmedar ji ber ji dosyayeke din hikumxwarê dê nikaribe ji girtîgehê derkeve.

Navenda Nûçeyan- Dadgehê der barê siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku bi hincetnîşandana çalakiyên protestoyê ya Kobanê di hat darizandin biryara berdanê da.

Ji Hevseroka berê ya KCD'ê Aysel Tugluk ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) dabû destpêkirin di 29'ê Kanûna 2016'an de bi îdiaya "Rêveberiya rêxistinê" hat girtin, di 16’ê Adara 2018’an de ji aliyê 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê 10 sal cezayê girtîgehê dabû. Bi encama di 25’ê Sibata 2020’an de ceza hat qebûlkirin, înfaza ceza dest pê kir.

Dikare ji girtîgehê derkeve

Tugluk a ku ji Doza Kobanê beraet bû dê ji ber dozek din girtina wê berdewam bike. Ger Aysel Tugluk ji mafê serbestiya bi kontrol sûdê bigre dê ji girtîgehê bê berdan.