Yekem car e 31 jin xwe amade dikin ku di navbera bajarên Erebistana Siûdî de trênan biajon

Li Erebistana Siûdî 31 jin piştî ku qonaxa duyemîn a perwerdeyê derbas bikin, di dîroka Erebistana Siûdî de cara yekem e ku wê trênên leza bilind biajon.

Navenda Nûçeyan - Nêzî 31 jin derbasî qonaxa duyemîn a perwerdeya ajotina trênên bilez bûn ku dê nêzî 5 mehan bidome. Tê çaverêkirin ku heta dawiya meha Kanûna bê, piştî ku hemû ceribandin û perwerdeyê derbas bikin dê jin bi tena serê xwe dest bi ajotina trênan di navbera bajarên Siûdiyê de bikin.

Erebistana Siûdî ku xwediyê aboriya herî mezin li Rojhilata Navîn e, hewl dide ku rêjeya bêkariyê heta sala 2030'an dakeve ji sedî 7, ji bo curbecurkirina çavkaniyên dahatê û kêmkirina girêdayîbûna bi petrolê û karkirina zêdetir jinan di sektorên cuda de.