‘Dengê ji Cindirêsê bilind bû banga azadiya gelê Kurd e’

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk a Şehbayê Îlham Mihemed der barê komkujiya ku şeva Newrozê li Cindirêsê pêk hat de axivî û got "Ev agirê Newrozê yê ku berxwadana gelê Kurd temsîl dike tu carî venamire."

Şehba – Di 20'ê Adarê şeva Newrozê de welatiyên Kurd ên Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê dema ku xwestin agirê Newrozê pêxin rastî erîşên çeteyên bi navê El Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk hatin û di encama erîşê de 4 welatî jiyana xwe ji dest dan. Piştî komkujiyê xelkê navçeya Cindirêsê derket kolanan, komkujî şermezar kir û hesab ji kujaran xwest. Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî hat şermezarkirin, Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dane Şehbayê li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê daketin kolanan û hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê nîşan dan.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk a Şehbayê Îlham Mihemed der barê komkujiya li Cindirêsê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li Efrînê derveyî Efrînê jî erîşan pêk tîne û gel qetil dike.

‘Roja berxwedaniyê ye Newroz’

Îlham Mihemed di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li çar perçeyên Kurdistanê pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz û meha Adarê ji bo gelê Kurd xwedî weteyek cuda ye û wiha gotinên xwe domand: “Ji dîrokê ve heta niha Newroz bi berxwedayiyek pir mezin hatiye pîrozkirin. Ev meh ji bo me gelek gîrîng e ji ber ku di meha adarê de bûyerên gelekî mezin rû dane. Komkujiyên herî mezin ên li ser gelê Kurd di vê mehê de pêk hatin wek komkujiya Helebçeyê, komkujiya ku 12’ê Adara 2004’an li Qamişloyê pêk hat, dîsa di eynê wextê de geşedanên ku li Sûriyeyê rû dan û koçberiya gelê Efrînê di vê mehê de dest pê kir. Ji bo vê jî Newroz hem bi êş, hem jî bi berxwedaniyek pir mezin tê pêşwazîkirin. Em cejna Newrozê tenê wek şahiyek nagirin dest ji bo me Newroz tama azadiyê dide. Di eynê wextê de Newroza 2023’an jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye pîrozkirin ji ber ku Rêber Apo banga azadiya hemû gelan dike. Newroz li hemû deverên cîhanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li çar perçeyên Kurdistanê heta welatên Ewropayê bi rihê serhildanê coşa gelê Kurd diyar dibû.”

‘Gelê Efrînê 5 sal e li her derê li ber xwe dide’

Îlham Mihemed di berdevamiya axaftina xwe de qala komkujiya ku li Cindirêsê pêk hat kir û wiha nerazîbûna xwe anî ziman: “Xelkê navçeya Cindirêsê dema ku xwest agirê Newrozê pêxe rastî erîşên çeteyên dewleta Tirk hat û di şeva Newrozê de 4 welatiyên Efrînê hatin şehîdxistin, ev komkujiyek e. Ev bûyer ji bo me pir bi êş bû welatiyên Efrînê yên ku li Efrînê man rojane rastî erîş, girtin, zext û komkujiyan tên niha jî em dibînin gelê ku xwest li ber çirûskên agir Newroza xwe pîroz bike ji aliyê çeteyên Tirk ve rastî komkujiyek hat. Ev 5 sal in gelê Efrînê çi li hundur çi jî li derve di nav berxwedaniyê de ye.”

Banga piştgiriyê

Îlham Mihemed bal kişand sekna gelê li Cindirêsê û wiha got: “Bi taybetî jî ev berxwedaniya ku piştî Newrozê derket pêş pir pîroz e, em jî wek welatiyên Efrînê yê ku li Şehbayê dijîn vê berxwedaniyê pîroz dibînin û silav dikin. Pêwîst e her kes piştgiriyê bide vê berxwedaniyê ji ber ku gel niha di bin dagirkeriyê de dijî dixwaze careke din tama azadiyê bigre. Ev dengê ku ji Cindirêsê bilind bû banga azadiya hemû Kurdan e û pêwîst e em hemû piştgirî bidin vê serhildanê da ku bikaribin hem gelê Efrînê yê di hundirê Efrînê de dijî hem jî yên di kampa Şehbayê de dijîn bîne ba hev û careke din tama azadiyê bibînin.”