Cejna Ekîdo betlaneya fermî hat îlankirin

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cejna Ekîdo wekî betlaneya fermî îlan kir.

Navenda Nûçeyan- Hevserokatiya Konseya Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya sala nû ya Suryanî û Asûriyan hemû sazî û navendên fermî wê roja 1 û 2’ê Nîsanê weke betlaneya fermî îlan kir.

Di daxuyaniya rêveberiya xweser de wiha hat gotin: “Rêveberiya xweser, bi boneya cejna sala nû (6775) a Suryanî, Asurî- Babîl hemû sazî û navendên fermî roja Şemî û Yekşem (1-2’Nîsan) betlaneya fermî îlan kir. Biryar ji bo saziyên ku neçar in kar bikin derbasdar nîn e.”