Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 27'ê Adarê de rapora xwe ya li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere bike.

Navenda Nûçeyan - Heyeta Navneteweyî ya Dijî Tecrîdê ji bo şopandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 24-29'ê Çileyê de li Stenbol û Amedê bi partiyên siyasî, baro û saziyên sivîl re hevdîtin pêk anî, wê rapora xwe bi cîvînek çapemeniyê li ser online eşkere bike.

Di metna bangawaziyê ya ji bo civîna çapemeniyê ya li ser înternetê hat amadekirin de li ser tecrîda  girankirî ya Abdullah Ocalan bal hat kişandin. Di metnê de ev tişt hatin gotin: "Abdullah Ocalan jî yek ji kesek ku wek bi hezaran girtiyên ku cezayê giran li wan hatiye birîn e. Ji 16'ê Sibata 1999'an û vir ve bi tena serê xwe li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin. Di Adara 2015'an de Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji girtîgehên din hat girtin û derbasî girtîgeha giravê kirin wiha got: ". Piştî darizandineke kin, pêşî cezayê îdamê li Abdullah Ocalan hate birîn, lê piştre cezayê muebbetê birîn. Ev tê wê wateyê ku heta Tirkiye vê pêkanînê ji holê raneke wê birêz Ocalan di tecrîdeke giran de bimîne."

Rapor wê di 27'ê Adarê de bê eşkerekirin.

Rapora ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê ya Tebaxa 2020’an ku şert û mercên li Îmraliyê lêkolîn dike bi bîr xist û wiha dewam kir: “Şert û mercên girtîgehê yên Ocalan li derveyî mirovahiyê ne. Ji Tîrmeha 2011'an û vir ve ji bilî çend hevdîtinan malbatê destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bilî parêzeran destûr nayê dayîn ku girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re, di 3’ê Adara 2020’an de jî bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû. 3 girtiyên din ên li Îmraliyê jî heman pêkanînê li wan tê kirin.  25’ê Adarê dide xuyakirin ku di ser hevdîtina bi Birêz Ocalan re du sal  derbas dibe. Weke delegasyona navneteweyî ya li dijî tecrîdê em ê di 27’ê Adarê de civîneke çapemeniyê li dar bixin û rapora xwe ya li ser serdana xwe ya dawî li Tirkiyeyê ragihînin.

Civîna çapemeniyê wê 27ê Adarê saet di 11:00 de bi rêya Zoomê bê lidarxistin.